2019-10-01T10:25:25.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyên Herêma Kurdistan û Koriya Başûr û kar û çalakiyên berê yê Hêza Zeytûn û rêxistina KOICA li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hemû piştgîrî û hêsankariyekî ji bo kar û veberhênan û sermayeguzariya Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Li civîna ku îro sêşem 01/10/2019 li Hewlêrê birêve çû, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Jang Kyong Wok Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê kir û hêviya serkeftinê li erkên wî da xwest. Her wiha bi helkefta roja niştimaniya Koriya Başûr û panzdeh saliya hatina Tîpa Zeytûn ya Herêma Kurdistanê, spas û pîrozbahiyê pêşkêşî Hikûmeta Koriya Başûr kir.
Li civînê de ku birêz Konsolê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê amadebû, her dû alî daxwazên xwe yên ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera xwe nîşan dan û qonaxên dijwar yên salên derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê, şerê Da'îş, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend pirsekî din guftûgo kirin.