Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Abdulmehdî rewşa Iraqê guftûgo kirin

2019-11-13T13:02:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo aramiya emnî û siyasiya Iraqê û hengavên Hikûmeta Serok Wezîr birêz Adil Abdulmehdî ya ji bo çaksazî û bi dengveçûna daxwaziyên rewayên hemwelatiyan derbirî. Her wiha tekez li ser pêwîstî û girîngiya hilgirtina berpirsiyarî û piştgîriya aliyên siyasiyên li kabîneya Serok Wezîrê Iraqê ya ji bo çaksazî û çareserkirina kêşeyan dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel ku ji birêzên Cîgirên Serok û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, berî nîvroya îro çarşem 13/11/2019 bi serdanekî fermî gihîşt Bexda û li gel birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqa Federal civiya.

Li kombûnê da pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê Iraqê û bandora rewşê ya li ser tevahiya Iraqê guftûgo kirin. Her wiha tîşk xistin li ser sedem û encamên xwepêşandanan û ew hengav û rêkarên ji bo çawayiya muamelekirina li gel rûdanan û rewşê da hatine avêtin, bi awayeke giştî nirxandin.

Peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyan û ew pêşveçûnên li vî derbarî de hatine holê, rewşa emniya Iraqê bi giştî û metirsiya serhildana terorê, çawayiya rûbirûbûna wan û hemahengiya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ya li vî derbarî de, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî dinê ku ji bo her du aliyan girîngbûn, mijarên dinên vê civînê bûn.