2021-06-23T14:29:18.000000Z
Nîvroya îro çarşem 23.06.2021 rêzdar Şah Abdullahê duyem, Şahê Şahnişîna Urdina Haşimî, li Koşka Huseyniye li Emman, pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Li civînê da ku Şahzade Feysel Bin Hisên û birêzan Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Urdinê amade bûn, peywendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê nirxandin û tekez li ser bihêzkirina wan ya li hemû waran da kirin, her wiha pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo kirin û rêzdar Şah Abdullah piştgîriya Urdinê ya ji bo Iraqê dûpat kir.
Her du alî dakokiyê li ser pêwîstiya bihêzkirin û yekxistina hewlên navdewletî û herêmiyan ya li çarçêweya stratejiyeke giştgîr ya ji bo şerê dijî terorê û tundî û karê hevbeş ya bihêzkirina aramiya li navçeyê da kirin. Her wiha behsa encamên pejika Korona bi taybetî li warê aboriyê da kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola Şah Abdullahê duyem û Şahnişîna Urdinê ya li piştgîriya berdewamiya Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser peywendiya dîrokiya her du aliyan û amadehiya Herêma Kurdistanê jî derbirî bo ku li hemû warên girîng û hevbeş da alîkariya li gel Urdinê bike û tekez li ser girîngî ber bi pêşvebirin û berfirehkirina warên alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Urdinê kir.