Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Trump rewşa Iraq û navçeyê nirxandin

2020-01-22T10:26:39.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Donald Trump Serokê Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka gelê Kurdistanê bi gelekî mezin wesif kir û got: Em qerzdarê we ne, her wiha spas û pêzanînên Amerîka ya ji bo rola Herêma Kurdistanê li têkşikandina Da'îş û parastina pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dûpat kir.

Berî nîvroya îro çarşem 22/01/2020 li Davos birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Amerîka civiyan. Li civînê de rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û pêşxistina wan bi taybetî li warê alîkariya enerjî û uze da, peywendiyên Hewlêr û Bexda, metirsiyên serhildana terorê û çawayiya berengarbûna wan, rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û rewşa Sûriye hate nirxandin.

Li civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi navê gelê Kurdistanê, ji bo piştgîriya wan ya li Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da'îş da, spas û pêzanînan ji bo Serok Trump û Amerîka dûpat kir. Her wiha tekez li wê yekê kir ku hê jî teror li navçeyê metirsiyekî rastîne, ji bo wê yekê girînge hevpeymaniya navdewletî li erkên xwe da berdewam bê.

Li beşekî dinê kombûnê da Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê Herêma Kurdistanê her li raperîna noht û yekê ve heta azadiya Iraqê û qonaxên piştî sala 2003 û rola Herêma Kurdistanê li binyatnana Iraqa nû de gotarek pêşkêş kir û xwesta Herêmê ya ji bo rêdana zêdetirê peywendiyên li gel Amerîka yên li warên cûda cûda de nîşan da.