Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşte Hewlêrê

2021-09-18T17:58:46.000000Z
Uncategorized @kmr
Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li Londonê û civîna li gel birêz Boris Johnson Serok Wezîrê Brîtanya, êvariya îro şemî 18.09.2021 rêzdar vegeriya Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe da her wiha li gel her yek ji birêzan Serokê Encumena Lordan, Wezîrê Derve, Berevanî, Hêzên Çekdaran û Perwerdeya Brîtanya û li çarçêweya serdanê de jî li gel birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encumena Raperandina Mîrnişîna Ebudabî civiya.

Li civînê de pêşxistina peywendiyan û warên alîkarî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê guftûgo kirin û di vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di dema serdana xwe da Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana Akademiya Şahaneya Sandhursta Serbaziya Brîtanî kir û li gel birêz John Major siyasetmedar û Serok Wezîrê berê yê Brîtanya û grûpa Parlementerên dostên Kurdistanê li Parlemena Brîtanya, hevdîtin û çavpêketinan encam da.