2023-11-30T16:56:21.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja pêncşemê 30.11.2023ê li bajarê Dubayî, li ser vexwendina hevbeş ya birêzan; Şahê Mîrektiya Brîtanyayê Charles III û Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê, digel serok û serkirdeyên welatan, beşdariya merasimeke taybet ya serokên welatan dike.
Merasim ji bo vekirina konferansa karên xêrxwazî û guhertina av û hewayê digel xebatên Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya li ser guhertina av û hewayê (COP28), ji hêla serokatiya Mîrektiyên Yekgirtiyên Erebî ve ji bo konferans û destpêşxeriyên bazara domdar tê lidarxistin.
Serok û rêberên welatên ku dê beşdariyê di du, rojên ewil yên konferansê da bikin, ji bo merasima vê êvarê hatine vexwendin.
Ev merasim dê bibe destpêka vekirina COP28 ku wê sibê bi beşdariya serok û serkirdeyên dewletan û mêvanên payebilind û pisporan dest bi kar û çalakiyên xwe bike û heta 12 meha bê berdewam dibe. Tê da welat û Netewên Yekgirtî, ajans û rêxistinên di vî warî da kardikin û sektora taybet, li ser gef û metirsiyên guherîna keşûhewayê û plan û rêkarên rûbirûbûna wan di asta cîhanê de, lêkolîn û gotûbêjan bikin.