Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li xûşk û birayên Mesîhî kir

2022-04-16T16:33:54.000000Z
Peyam û Peywandî
Hatina cejna Qiyame ya hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bin) bi germî û ji dil li tevaya xûşk û birayên me yên Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdarim ku ev cejne xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne, aramî û aştî perên xwe bi ser mirovatiyê da rakêşe û hemû vê cejn û bihnvedanan bi aramî derbas bikin.

Bi vê helkeftê, em tekîdê li ser parastina kultûra pêkvejiyan û lêborînê ya di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistan û Iraqê da dikîn ku dîroka hevbeş me bi hev ra girê dide.

Berhevî, rol û pêgehê xûşk û birayên xwe yên Mesîhî bilind dinirxînîn ku wek pêkhateka dêrîn û resen ya civaka Kurdistan û Iraqê bi dirêjahiya dîrokê beşdariyeka çalak di binyatnan, parastin û pêşvebirina welat da heye.

Em hêvîdarin ku cejn û helkeftên bên di rewşeke baştir da pîroz bikîn û em hemû, bi hemû pêkhateyan ve, dest li nav dest, wek bira û yekrêz, bi berpirsiyariya hevbeş, bi hev ra ji bona niha û paşerojeka baştir ji bo gel û welatê xwe kar bikîn û bi hêvî û umêd ve li paşerojê binêrîn.

Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2022