2024-03-05T06:31:59.000000Z
33 saliya Serhildana bi rûmet ya gelê Kurdistanê li malbatên serbilind yên şehîdan, Pêşmerge yên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyan ve, pîroz be. Silav û nemirî ji bo şehîdên qehreman yên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Gelê Kurdistanê ku, di 5ê Adara 1991an da, li Deriyê Ranyayê dest bi serhildanê kir û canê xwe li ser destê xwe danî bêyî ku ji mirinê bitirse ji bona bi destxistina azadiyê serî hilda, dawî bi yek bi xûntirîn û dijwartirîn ji serdemên zilm û dîktatoriyê anî. Êdî gelê Kurdistanê ti carî dest ji azadî û armancên pîroz yên serhildanê bernede.
Serhildanê bi bawerî û îradeya mezin ya gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û serfiraziyê, bi yekgirtin û yekrêziyê serkeft û destkeftiyên xwe di Destûra Bingehîn ya Iraqa Federal da çespandin. Niha jî, gelê Kurdistanê, her bi yekrêziyê dikare li hember gefên li ser federalî, maf û destkeftên xwe û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê raweste û paşerojeke baştir ji bo nivşên bê mîsoger bike.
Armancên pîroz yên serhildanê; jiyan û azadî, demokrasî, civakek aştiyane û pêşkeftî, avakirina niha û paşerojeke baştir, Kurdistanek bihêz ku landika pêkvejiyan, bi hevre jiyanê û toleransê be, tenê bi karên hevbeş, bi hevreyî û yekhelwestî dibe.
Dîrokê îspat kiriye ku nakokî û dubendî serpêhatiyên pir tal in û zirareke mezin bi pêgeh, derfet û destkeftiyan daye. Lewma divê serketina serhildanê her tim ji bo me hemûyan bibe ders û nexşerêya karê me be. Werin em hemû bi bawerî û hêvî, mil bi mil, ji bo derbaskirina alozî û zehmetiyan û ji bo paşerojeke baştir bixebitin.
Silav li salvegera Serhildanê û li gelê dilsoz û xweragirê Kurdistanê re silav û nemirî ji bo giyanê pakê şehîdan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2024