2024-03-08T06:06:58.000000Z
8ê Adarê, Roja Jinan ya Cîhanî, bi germî li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim, di kar û xebatên wan yên ji bona bidestxistina wekhevî û hemû mafên jinan de, ez dê weke hertim bi hemû bawerî û îmkanan piştgiriya wan bikim, hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinên ji bo wan dixwazim.
Bi vê minasebetê, bi rêz û hurmet, em hemû wan jinên leheng bi bîr tînin yên ku di karwanê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û berevanîkirina ji mafên xwe, Canê xwe daye, yan jî bi neheqî bûne qurbaniyên tundûtîjiyê û hizra tundrewî û paşverûtiyê. Em careke din tekez dikin ku, em dê bi hemû hêza xwe rûbirûyê her fikir, axaftin, sîtem, destdirêjî û neheqiya li ser jinan bê kirin bibin.
Di demekê da ku em bi geşbînî û bi hêvî li karîgerî, beşdarbûn û hevbeşiya jinan di hemû warên jiyanê da li Kurdistanê dinêrin, em careke din tekez dikin ku em zêdetir dixwazin û weke her car em dê li ser kar û xebatên xwe yên ji bo ferahemkirin û zêdetir mîsogerkirina rol, hebûn, derfet û pêgehê jinê di hemû qad û warên jiyanê da berdewam bikin. Em, her bi vê helkeftê, bang li aliyên siyasî dikin ku di hilbijartinên pêş da zêdetir girîngiyê bi namzetiya jinan bidin.
Civakeke azad û şaristanî, pêşkeftî ku aram û asude be, nifşekî dirust û jêhatî mezin bike û paşerojeke baştir ava bike, bêyî azadî û wekheviya mafên jinan pêk nayê. Ji ber vê yekê erkê me hemûyane li ser hemû astên civakê bi vê bawerî û têgihiştinê piştgiriyê bidin têkoşîna jinê û heta serkeftinê digel wan bin.
8ê Adarê li hemûyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.03.2024