Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeke çarçêweya hemahengiyê, rewşa Iraqê nirxandin

2021-12-22T16:06:04.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê encamên hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê, dûpat kir ku Iraq rewşeke taybetî heye û Herêma Kurdistanê tu demekê nabê beşek ji kêşeyan, belkû wekî herdem faktereke yarmetîder dibê ji bo çareserkirina rastiyaneya kêşeyan û gihîştina bi hevbeşiyeke rasteqîneya di navbera aliyên Iraqiyan.

Êvariya îro çarşem 22.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke çarçêweya hemahengiya aliyên Şîîyan ya bi serokayetiya birêz Nûrî El Malikî kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî ya rewşa siyasiya Iraqê, hilbijartina 10ê cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûneran û dilgiraniya wan aliyên ji encamên wê nerazîne, proseya yasayî û pejirandin û tanedana li encamên wê hatin nirxandin.

Her du alî hevra bûn ku ji bilî nerazîbûn û têbîniyên li ser encama hilbijartinan, rewş û gefên welat berpirsiyariya hevbeş û ewe dixwazê hemû hêz û aliyên Iraqî bi berçav girtina berjewendiya giştî û paşeroja welat, bigihin têgihiştineke hevbeş ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbaskirina rewşê û damezrandina hikûmetek ku bersîvderê daxwazên welatiyan bê, bikarê rûbirûyê gefên niha û paşerojê ya welat bibê û aramiyê biparêze.

Kêşeyên Hewlêr - Bexda, bernameya karê şandê û hevdîtin û civînên wan yên li Herêma Kurdistanê, çawayiya reftar kirina li gel rewşê û hewlên çareserkirina kêşeyan, mijarên dinên hevdîtinê bûn.