2022-10-09T20:03:55.000000Z
Êvariya îro yekşemê, 09.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da digel Eric Chevalier Balyozê Fransayê yê Iraqê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa paşxistina hilbijartinan û rewşa herêmî bi giştî hate gotûbêj kirin.
Her du aliyan girîngiya parastina aramî û seqamgîriya siyasî û emnî ya Iraqiyan ya ji bo seqamgîriya tevahiya Iraqê bi pêdivî zanî û tekez li ser pêkvekarkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bona derbaskirina dijwarî û gefên vê qonaxê kir ku ji bona vê yekê jî divê hemû alî diyaloga avaker û li hevtêgihiştina hevbeş ji xwe ra bikin bingeh.
Her du alî li ser wê yekê hevhizir bûn ku Iraqî hêjayî jiyan û paşerojeke baştir in û dikare bi alîkarî û hevkariya dost û civaka navdewletî pirsgirêkan çareser bikin û dijwariyan derbas bikin. Her wiha behsa girîngiya hewlên Serok Macron û Fransayê yên ji bo alîkarîkirin û handana aliyên Iraqê ji bo li hevtêgihiştin û rêkeftina ji bona çareserkirina pirsgirêkan kir.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berfirehkirin û pêşxistina têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku Konsolê Giştiyê Fransayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.