Êvara îro Çarşemê 01.04.2026an, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji Birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Birêz Donald Trump Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê girt.
Birêz Barrack peyama Serok Donald Trump gihand, ku tê de bi tundî êrîşên ser Herêma Kurdistanê û êrîşa bi drona ya ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Duhokê protesto kir. Serok Trump hevxemiya xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û sersaxiya xwe ji bo malbatên şehîdan diyar kir û hêviya saxbûna bilez ji birîndaran re xwest.
Di peywendiyê de, Birêz Barrack herwiha tekezî li ser hemû piştgiriya Serok Trump û Amerîkayê ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiyê kir û pêzanîna xwe ji bo helwest û hevkariyên Amerîkayê ji Iraqê û Herêma Kurdistanê anî ziman.
Bandora şer li navçeyê, aliyek din l peywendiyê bû.