Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê

2021-10-17T15:16:43.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî serdaneke fermî ya Qeterê, êvariya îro yekşem 17.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Hewlêrê.

Li serdana xwe ya Dohayê rêzdar li gel birêz Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî Mîrê Qeterê û birêzan Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê, pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Qeterê û rewşa navçeyê bi giştî guftûgo kirin.

Êvariya îro piştî dawî hatina bernameya serdanê, Serok Nêçîrvan Barzanî li rêwresmek da li Doha ji aliyê birêz Elî Bin Ehmed Elkewarî Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê ve hate birêkirin.