2024-02-18T06:45:41.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 17.02.2024ê di çarçoveya bernameyê xwe da li Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê digel birêz Joseph Borrell Cîgirê Serok û Berpirsê Payebilind yê Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê civiya.
Di civînê da, her du aliyan behsa gef û metirsiyên li ser ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn û bandora wan li ser welatên navçeyê, bi taybetî jî li ser Iraqê kirin û tekez li ser pêwîstiya rêgirtina li berfirehbûn û zêdetir alozbûna rewşê kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku, aramî û îstîqrara Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya navçeyê girîng e û nabe Iraq bikeve di nav pirsgirêk û aloziyên navçeyê da. Her wiha amaje bi wê yekê jî kirin ku, êrişên li dijî hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê û bertekên wê, ewlehî û aramiya Iraqê dixe metirsiyê da.
Birêz Borrell dûpat kir ku YE pêdagire bi alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê bo parastina ewlehî, aramî û geşepêdana welat di hemû waran da, bi taybetî ji bo bihêzkirina şiyanên wan yên di warê ewlekarî û berevaniyê da.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya rola diyar û berçav ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêdivî û girîng zanî.