2023-11-20T10:58:37.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sibehiya roja yekşemê 20.11.2023ê li Dihokê, beşdarî Korbenda Asayişa Rojhilata Navîn (MPS) bû ku, li bajarê Dihokê bi serpereştiya birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna hejmareke berçav ya mêvanên ji Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan ve hatibû saz kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyvekê da behsa rewşa niha ya navçeyê û astengiyan kir.
Naveroka peyva Serokê Herêma Kurdistanê:
Roj baş!
Hûn hemû bi xêr bên!
Ez bixêrhatina hemû aliyan dikim, ew mêvanên birêz yên ku ji derve hatine, yên ji Bexdayê hatine, ew parêzgarên ku ji deverên din yên Iraqê hatine. Hûn hemû bi xêr bên.
Ez dixwazim xêrhatineka taybetî li birêz Bafel bikim, em kêfxweşin ku îsal li Dihokê ew jî bi me re beşdar e Gelek bi xêr hatî serçavan. Weke ku hemû aliyek dizane, me berî heyamekî çend civînên baş li dar xistin, civînên me gelek baş bûn, birêz Bafel, birêz Qubad, ez, birêz Mesrûr û xal Hişyar digel me bûn. Civînên me baş bûn. Ez hêvîdarim ku di paşerojê da jî ev civînên me berdewam bin û em bigihin têgihiştineke hevbeş. Bixêrhatina hemû aliyan dikim û hêvîdarim li Dihokê demeke xweş û kêrhatî derbas bikin.
Destxweşiyê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê dikim ku, salane vê konferansê amade dike û di vê dema girîng da li ser gelek mijarên girîng ên girêdayî aştî û asayîşa Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêjan dike. Ez bi taybetî destxweşiyê li birêz kak Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ji bo vî karê girîng ku, ji roja yekem ve li Dihokê bi damezrandina Zanîngeha Amerîkî li Dihokê û vê korbendê karekî girîng kiriye, gelek spas.
Birêzan..
Konferansa îsal hevdem e digel aloziyeke metirsîdar a rewşa navçeyê ku aştî û aramiya navçe û cîhanê dixe di metirsiyê da. Vê rewşê hemû cîhan xistiye nava aloziyeke mezin da. Ewlehî, îstiqrar û aboriya cîhanê bi hev ve girêdayî ne û bûyer li ku dibin bila bibin, di asta xwe da bandorê li rewşa cîhanê dikin. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê da careke din vê rastiyê îspat kir ku ewlehiya cîhanî têgehek watedar û rasteqîneye.
Berfirehbûna şerê Îsraîl û Hamasê û tevlîbûna zêdetir ya hêzên herêmî û navneteweyî di vî şer da wê rewşê dijwartir û bitirstir dike. Encamên vî şerî li ser herêmê û cîhanê bi giştî xerabtir û dirêjtir dibin.
Di rewşeke wiha da divê em li Iraq û Herêma Kurdistanê ji her demê bêhtir bi hişyarî tevbigerin. Her çawa be, bi tu hêcetan nabe em rê bidin ku Iraq bikeve nava vî şerî, pirsgirêk û aloziyên zêdetir da, ji ber ku dê ziyaneke mezin bide.
Ji bona ku Iraq pêşbikeve divê Iraq aram be. Niha dem hatiye ku em hizir bikin li ser wê yekê ku Iraq bibe meydana çareserkirina kêşeyên gelên Iraqê, ne qadeke dirêjkirina şer û pevçûnên li navçeyê.
Serhildana şerê di navbera Hamas û Îsraîlê da rastiyek hêsan îsbat kir: Pirsgirêk bi derengxistin û tepisandinê nayên çareser kirin, lê dê mezintir bibin û dê rojekê xiraptir biteqin. Hêz, şer û tundî tu pirsgirêkan çareser nake. Dibe ku di dem û rewşekê da ji bo demekê wan bêdeng bike, lê pirsgirêkan kûrtir dike. Riya rast aştî ye, cesareta rast jî çareserkirina pirsgirêkan e.
Şer, ji bilî mezinbûna bîr û hizra tolhildanê, tundûtûjî û wêrankirinê, tu berhemek din nabe û wê demê her kes neçar dibe berdêl û bacek mezintir bide, bi timamî mîna wê ya ku niha li herêmê diqewime, eger pêşî lê neyê girtin dê xirabtir û mezintir bibe.
Çareseriya du dewletî, weke ku di biryarên navnavneteweyî da hatiye diyarkirin ku, mafê hebûnê û aştiyê ji bo her du aliyan mîsoger dike, yekane rêya bidawîkirina aloziyan û bidawî anîna wê pirsgirêkê ye. Bi dehan salên şer derbas bûn, bi dehan salên din jî ji xwînrijandin û wêrankirinê ji bo Filistîn û Îsraîlê ti encamek nabe. Çareserî cesaret û îradeyeke ciddî ji bo aştiyê ye.
Niha dem hatiye ku hemû cîhan hewl bide vî şerî rawestîne. Kuştin û wêrankirina jiyana sivîlan li Xezzayê bi dawî bikin û girtiyên sivîl û rehîneyan azad bikin. Piştî vê, divê çareseriya bingehîn a kêşeya Filistîn-Îsraîl li ser esasê du dewletan pêk were, nexwe dûbarekirina dîrokê wê heman encamên niha bi xwe ra bîne û dîsa ji nişkave em dê sibehiyekê digel alozbûneka rewşeke xeraptir hişyar bibin.
Beşdarên hêja.
Li Iraqê, ezmûna 20 salên azadbûna Iraqê dikaribû gelek baştir bibûya, eger destûr wek xwe bihata cîbicîkirin û federalî ku, sîstema Iraqê ye û gelên Iraqê deng jê ra daye, bihata cîbicîkirin. Bicîhnekirina sîstema federalî û pêdagirnebûna bi destûrê, gelek pirsgirêk û nakokiyên siyasî peyda kirine û bê îstîqrariyeke berfireh peyda kiriye. Vê yekê hişt ku aramiya Iraqê her dem bi lerzokî were dîtin.
Çareserî vegera li prensîbên: hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê ye ku Iraqa nû li ser wan hatiye avakirin û ruhê nivîsîna destûra bingehîn a Iraqê bû. Divê elîta siyasî ya Iraqê vegere wê rêyê. Gelek pêwîste aliyên siyasî yên Iraqê ji bo danana yasayên ku li gorî destûrê pêwîstin, hevkariyê bikin û ji bo cîbicîkirina destûrê jî hevkariya hikûmet û saziyên dewletê bikin.
Sîstema federalî bingeha destûra Iraqê ye, federalî dikare wekhevî û hevbeşiyeke tam ji bo hemû herêm û pêkhateyên Iraqê dabîn bike. Bi wê hevbeşiyê gelên Iraqê dê di warê aborî da pêşbikevin û di warê civakî da jî yekgirtî bin. Her ev yek jî nexşerêyeke rast e ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê. Tevgerîn û hizirkirin li gorî pîvan û mentiqê hêzê tu derdekê Iraqê derman nake, belku pirsgirêkan li vî welatî aloztir û metirsîdartir dike.
Ji bona ku Iraq aramtir û parastîtir be, ji bona ku Iraq pêşbikeve û cihê xwe yê rewa li navçe û cîhanê bigire, divê bê cudahî Iraq bibe welatê hemû pêkhateyan, mafê tu pêkhateyê neyê desteserkirin û binpêkirin. Divê tu pêkhateyek bi ti awayî neyê îhmal kirin. Iraq dê bi pêkvejiyana pêkhateyên xwe yên cuda bihêztir bibe, lê bi cudakarî û nakokiyên di navbera pêkhateyên wê da lawaz bibe û paşdikeve.
Divê hemû pêkhate beşdarî biryarên siyasî û rêvebirina welat bibin. Nabe tu pêkhate û welatiyekî Iraqî, çi ol, mezheb û netewe be, hest bi çewsandin, cudaxwaziyê neke, lê divê hest bike ku hemû xwediyê vê dewletê ne.
Eger elîta siyasî û aliyên siyasî yên Iraqê li gor ruh û naveroka destûra Iraqê kar bikin, çareserkirina pirsgirêkan hêsane. Pirsgirêk ewqas ne kûrin ku çareser nebin. Tenê meseleya fikirînê ye. Ger em bi dirustî bifikirin, ji bo bihevrejiyana aştiyane li ser têgihiştinekê bifikirin, heke em welat û berjewendiyên wî di ser hemû pênaseyan ra deynin, wê demê em dê bibînin çareseriya hemû pirsgirêkan hêsantir dibe.
Di rewşa aloz a niha ya li herêmê da, divê em li Iraqê pir bi aqilane û bi hişyarî tevbigerin. Ji bona ku Iraq bikaribe rûbirûbûya hemû kêşeyan bibe, divê Iraq pirsgirêkên xwe çareser bike. Parastina aramiya siyasî li Iraqê niha ji her demê girîngtir e. Iraq heta niha jî di bin encamên şerê li dijî DAIŞê da dinale, hîn jî pirsgirêkên aborî û xizmetguzarî hene û pêwîstiya wê bi aramî û vejandinê heye. Her pêngavek ku aramiya siyasî ya welat lawaz bike dê jiyana xelkê Iraqê têk bibe.
Birêzan...
Em di wê baweriyê da ne ku mifteya aramiya Iraqê çareserkirina pirgirêkên Herêma Kurdistanê yên digel Hikûmeta Federal a Iraqê ye. Destûra Iraqê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan nexşerêyeke pir zelal danaye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji aliyên siyasî ve tenê pêwîstiya me bi îradeya siyasî heye.
Herêma Kurdistanê amade ye li gor destûrê û li hevtêgihiştinek hevbeş pirsgirêkên xwe yên digel Bexdayê çareser bike. Çareseriyeke ku di berjewendiya hemû welat da be û mafên destûrî yên hemûyan mîsoger bike. Her çiqas heta niha çareserî nebe jî, lê berdewamkirina hevdîtinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê da karek gelekî girîng e.
Helbet heta niha encamên danûstandinan ne li asta hêvî û hêviyên Herêma Kurdistanê da nînin, lê em di wê baweriyê da ne ku berdewamiya danûstandinan rêya raste ji bo bi encam gihandina wan hemû pirsgirêkên hene. Em dest jê bernadin û li ser çareseriya pirsgirêkan berdewam dibin. Di vî warî da em spasiya hewlên birêz Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqa Federal dikin. Ew bi tevahî ji hêla me ve tê piştgirî kirin.
Birêzan karmend, xanenişîn û mûçegirên Herêma Kurdistanê di rewşeke pir xerab da dijîn. Lezkirin ji bo danîna çareseriyeke bingehîn ji bo bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê erkekî niştimanî ye ji bo hikûmet û saziyên dewletê yên li Iraqê. Krîza darayî û zextên li ser jiyana xelkê li Herêma Kurdistanê dikare bi rêkeftineke di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bi lezgînî çareser bikin. Ji bo bi dawî kirina vê dilgiraniya li Herêma Kurdistanê pêwîste bi lez gelek kar bê kirin, ji ber ku bandor li jiyan, kar û bazarên hemû xelkê Herêma Kurdistanê kiriye.
Pêdiviye lez li rakirina astengên li pêşiya destpêkirin hinartina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin. Rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi milyar dolaran ziyan gihand dahata giştî ya Iraqê û aboriya wî welatî û ti sûdek ji bo Iraqê têda nîne.
Birêzan...
Di vê rewşa aloz a herêmî da, divê li Herêma Kurdistanê jî me xwendin, nirxandin û têgihiştineke dirust ji bo pêşhatan û egerên wê yên muhtemel hebe. Erkê pêşîneyê hemû aliyên siyasî ye hevdengî, yekrêzî û lihevtêgihiştinê dirust bikin. Ji bo vê jî erk û berpirsiyariya sereke dikeve ser milê YNK û PDKê ku bigihin lihevtêgihiştineke hevbeş û pirsgirêk û nakokiyên xwe çareser bikin. Civîna me ya dawî civîneke baş bû û divê hevdîtin berdewam bin.
Ti pirsgirêkek ewqas aloz di navbera YNK û PDKê û aliyên din da nîne ku çareser nebe. Metirsî û kêşeyên rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin ji hemû pirsgirêkan mezintirin û rêya derbaskirina wan tenê bi têgihîştinê, şirîkatî û hevkariyê ye.
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li vir û li Bexdayê tenê bi yekdengî li ser berjewendiyên giştî û bala yên Herêma Kurdistanê dikarin jiyana jiyara xelkê baştir bikin û maf û destkeftên xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin ku ji bona gihiştina vê rojê û di vê rê da bi hezaran şehîd dane. Ji ber vê raya giştiya Kurdistanî, di hemû pêkhateyên xwe ve, ji her demê bêhtir li bendê ne ku aliyên siyasî yek rê û hevdeng bin. Ev jî garantiya parastina destkeftiyên me yên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê ye.
Beşdarên hêja...
Weke ku di hevpeyvîn û gotûbêjên vê korbendê da hate behskirin, em li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bilî kêşeyên siyasî, ewlehî û aborî, em rûbirûyê encamên guherîna av û hewayê jî dibin. Ev jî bi rastî gef û metirsiyeke ciddî ye û pêwîstî bi plan û gelek kar heye ji bona bandora wê ya nerênî li ser niha û paşeroja Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê kêm bibe.
Divê ev mijar pir ciddî bê girtin. Ji bo vê jî divê Iraq û welatên herêmî di navbera xwe û welatên cîhanê jî da hevkariyê bikin. Ez hêvîdarim ku hevpeyvîn, behs û gotûbêjên vê konferansê ji bo destnîşankirina rê û awayên rûbirûbûna vê metirsiyê bibin alîkar.
Herwesa jîriya destkird ku, mijareke din a konferansê ye û di navendên zanistî û teknolojiyê yên cîhanê da mijareke germ e, mijareke ciddî û girîng e. Gelek girînge ku Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan û zanîngehên din yên Iraq û Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet bidin wê mijarê. Li ser rol û karîgeriya wan rawestin û li ser wan derfet û metirsiyên bi xwe ra tîne vekolînan bikin û moreke mezin li paşeroja mirovatiyê dide.
Ez gelek keyfxweşim ku xwendekar û ciwanên Kurdistanê ji guhertinên av û hewayê haydarin û li gorî defetan beşdarî gotûbêjên pirsa jîriya destkird jî bûne. Ez bi ast û hişyariya nifşê nû yê Kurdistanê kêfxweşim, hêvîdarim jiyaneke baştir ji bo nifşên paşerojê biafirînin.
Careke din ji Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn ra û ji we ra demeke xweş dixwazim.
Gelek spas...