Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Awusturyayê civiya

2023-09-13T10:25:27.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Îro çarşemê 13.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Alexander Scholenberg Wezîrê Derve yê Awusturyayê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da ku, Cîgirên Serok û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturyayê amade bûn, behsa peywendiyên Awusturyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, koçberên neyasayî yên ji bo Ewrûpayê û pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî, hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser peywendiyên dêrîn yên di navbera her du welatan û piştgîriya Awusturyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û berdewamiya geştên asmanî yên rasterast ya di navbera Viyana û Hewlêrê da bilind nirxand û destxweşî û pîrozbahiyê li Wezîrê Derve yê Awusturyayê kir ku balyozxaneya xwe li Bexdayê vekirin û daxwaz jê kir ku nûneratiya welatê xwe li Herêma Kurdistanê jî vekin, herwesa, berheviya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe digel Awusturyayê di hemû waran da nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Awusturyayê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî girîngiyê dide peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê û dê kar ji bo avakirina nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bike û tekîd li ser wê yekê kir ku kertê taybet yê Awusturyayê dixwaze veberhênanê li Herêma Kurdistanê bike, di vê çarçoveyê da her du alî hevbîr bûn ku aramiya siyasî û ewlehî ji bo kişandina veberhênanên biyanî û geşepêdana aborî girîng e. Di derbarê koçberiya neyasayî da, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya berfireh ya di navbera welatên Ewrûpî û navçeyê da ji bo rûbirûbûna koçberên neqanûnî kirin.

Di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da jî, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste pirsgirêk li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin û sîstema federalî bi temamî were cîbicîkirin û bi gotûbêjên avaker li ser bingeha lihevtêgihiştineke hevbeş ji bo çareserkirin û derbaskirina pirsgirêkan kir. Herwiha tekezî li ser girîngiya peywendiyên cîrantiya baş digel welatên cîran û parastina berjewendiyên hevbeş kir.

Herwiha di civînê da çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.