Êvara îro Çarşemê 03/12/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di rêwresmê de ku birêzan Michael Rigas Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û hejmarek ji berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsul û nûnerên welatan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku, ev e jî naveroka wê ye:
Birêz cenabê Serok Barzanî!
Amadebûyên hêja!
Êvara we baş!
Hûn hemû bi xêr hatin!
Bi xêrhatineke germ li birêz Michael Rigas Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dikim ku bi taybetî ji bo vê merasîmê serdana Hewlêrê kiriye. Bi xêr hatî bo Hewlêrê, bi xêr hatî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Ez gelekî dilxweş im ku îro em bi hev re beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dikin.
Hebûna vê navenda dîplomasiyê li vir, peyameke siyasî ya zelal e derbarê girîngiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê û nîşandana wê hevkariya kûr e ku Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê heye û wan bi hev ve girêdide.
Peywendiya me li gel Amerîkayê, li ser bingeha bawerî, nirx û karê hevbeş di dema zêdetirî sê dehsalan de hatiye avakirin. Her ji pêvajoya dabînkirina penageha ewle û sepandina qada qedexeya dijîfirînê li salên nohtî heta niha, Amerîka di demên herî dijwar û hestiyar de her tim li cem gelê Kurdistanê rawestiya ye.
Sala 2003an di dema azadkirina Iraqê de, em bi hev re bûn. Sala 2014an dema em rûbirûyî terorê bûn, Hêzên Pêşmerge bi qehremanî mil bi mil ligel hêzên din ên Iraqî û Amerîka û hevalbendên navdewletî şer kirin. Bi hev re em di têkbirina efsaneya DAIŞê û azadkirina bajar û deverên di bin destê wan de serkeftî bûn. Ev rûpelên ji bîr nekirî yên dîrokê ne û bingehekî zexm ji bo hevkariyê di paşerojê de ava kirine.
Rêzdaran!
Îro vekirina vê komelgeha konsulî ya li Hewlêrê, tekezî ye li ser berdewamiya vê peywendiyê û pêdagirbûna Amerîkayê bi xebata li gel me ji bo aşitî û aramiyê ye. Herwiha rengvedana baweriyê ye bi pêşketina Herêma Kurdistanê, bi hevkariya me ya li gel Bexdayê û bi şiyana me ya ji bo avakirina mînakeke serkeftî ya pêkvejiyan û ewlehiyê ye li Herêma Kurdistanê.
Em vê yekê wek destpêka qonaxeke nû ji bo berfirehkirina hemahengiyê di gelek waran de dibînin: di siyaset û asayîşê de, di aborî û veberhênanê de, di çand û perwerdehiyê de û di peywendiya navbera gelan de. Em tenê li dû peywendiya hikûmet li gel hikûmetê nînin, belku daxwazkarê peywendiya navbera şîrketan, civakan û peywendiya navbera ciwanên me û ciwanên Amerîkayê ne.
Siyaseta me li Herêma Kurdistanê zelal e: em dixwazin Kurdistan bibe pirekî peywendiyê ne qada gengeşiyê. Em dixwazin wek beşekî bibandor di ewlehiya Iraq û herêmê de bimînin.
Em dê berdewam bin li ser xebatê li gel Bexdayê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û birêvebirina welat ji aliyê siyasî û îdarî û yasayî ve, bi awayekî ku xizmetê bide ewlehiya hemû Iraqê.
Di heman demê de û di çarçoveya Iraqê ya federal de, li ser bingeha rêkeftina stratejîk a Iraq û Amerîkayê, em dê pêdagirê hevkariya xwe ya stratejîk li gel Amerîkayê bin, ji ber ku baweriya wiha ye ev hevkariya bingehîna serekiye ji bo aşitî û asayîş û pêşketinê.
Em bi rêz û qedirgirtineke zêde li piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrin, çi bi rêya serbazên wan be ku qurbanî dane, yan bi rêya dîplomatên wan be, yan bi rêya şîrket û veberhênerên Amerîkî be ku beşdarî di pêşketina Herêma Kurdistanê de kirine û cihê rêz û spasiyeke zêde ne.
Bi navê Herêma Kurdistanê, em spasiyên xwe pêşkêşî gel û dewleta Amerîkayê dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam di demên salên borî de li Herêma Kurdistanê.
Em bi tevahî piştgirî didin hewldan û pengavên Serok Donald Trump ji bo çareserkirina pirsgirêkan û damezrandina aşitiyê li herêmê de. Herwiha em destxweşiyê lê dikin ji bo diyarkirina birêz Mark Savaya wek nûnerê taybet bi Iraqê. Ev pêşketineke girîng e. Hêvîdar in rola xwe di alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê de ji her alî ve bibîne.
Bi hêvî û îradeyê ve em li hevkarîkirinê dinêrin ji bo avakirina paşerojek baştir û ewletir û geştir ji bo hemûyan.
Gelek spas.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Peywendiya me li gel Amerîkayê, li ser bingeha bawerî, nirx û karê hevbeş e
2025-12-03T13:51:00.000000Z