Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Îbrahîm Reîsî civiya

2021-08-06T09:43:59.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li dûyem roja serdana xwe ya Tehranê, sibehiya îro în 06.08.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Îbrahîm Reîsî Serok Komarê Îslamiya Îranê civiya.

Li civînê de ku xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û şanda li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin guftûgo kirin.

Her du alî balkişandin li ser peywendiyên dîrokiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û tekez li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danustandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.

Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijareke dinê girîng û hevbeşbûn, beşeke dinê civînê bûn.