Sersala nû ya Babîlî – Aşûrî (6776) û cejnên Akîtuyê, bi germî li xuşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêviya cejn û bêhnvedaneke şad û aram ji wan re dixwazim.
Cejna Akîtu ku nîşana kûrahiya dîrokî û şaristaniya yek ji pêkhateyên resen û dêrîn ên welatê me ye, hertim derfetek e tekezkirina pêgîriya me ya mayinde ye ji bo parastina wekhevî, maf û azadiyan. Herêma Kurdistanê wek hertim, dê welatê piralîtî û derguşa pêkvejiyana aştiyane û lêborînê ji hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî re bimîne.
Di demekê de ku ji ber rewşa şer li navçeyê, rêûresm nayên encamdan, hêvîdar im ev cejn bibe çavkaniya aramî û tenahiyê û sedema xurtkirina zêdetir a tibayî û pêkvejiyana navbera hemûyan.
Cejna Akîtu li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/4/1