Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Qeterê civiya

2024-05-26T13:40:32.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 26.05.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Ehmed Bin Hesen El-Hemadî Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê kir.

Di hevdîtinê da ku, Balyozê Qeterê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê jî tê da amade bûn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Qeterê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha behsa derfet û warên veberhênana Qeterî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Şanda Qeterê dûpat kir ku welatê Qeterê bawerî bi Iraq û Herêma Kurdistanê heye û dixwaze peywendiyên xwe di warên aborî û bazirganî da zêdetir pêşda bibe û ji bona vê armancê Qeter Konsulxaneya xwe ya Giştî li Hewlêrê vedike. Her wiha amadebûna xwe ji bo sermayeguzariyê di warên enerjî, tûrîzm, çandinî, perwerde, tenduristî û gelek warên din da nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî pîrozbahiyan, dilxweşiya xwe bi vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Herêma Kurdistanê nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku, derfetên sermayeguzariya Qeterê li Iraq û Herêma Kurdistanê hene bi taybetî di warê projeyên jêrxaneyê de. Herwiha spasiya piştevanî û alîkariyên Qeterê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê gelek hevbeşî bi Qeterê ra hene.

Rewşa navçeyê û çendîn mijarên ku cihê girîngiya her du aliyan de hene hatin gotûbêj kirin.