2022-01-19T12:00:46.000000Z
Îro çarşem 19.01.2022 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeka telefoniyê da digel rêzdar Şêx Hadî, birayê xwedê jêrazî Şêx Şamo, kesayetiyê diyarê Êzdî û Serokê Bingehê Lalîş yê rewşenbîrî û civakî, ji bo koça wî ya dawiyê, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesukar û dost û hevalên wî û civaka Êzdî kir.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, digel derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe, hêvî xwest xwedayê mezin canê xwedê jêrazî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û hedar û aramiyê bide malbat û kesukarên wî.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Şêx Hadî spas û pêzanînên xwe û malbatê ji bo peywendî û sersaxiya rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê derbirî.