2022-10-03T15:30:14.000000Z
Êvariya îro dûşem 03.10.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêzan Dr. Berhem Ehmed Salih Serok Komarê Iraqa Federal, Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqa Federal, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xanima Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê û hejmarek ji Wezîr û berpirsên bilindên Herêma Kurdistan û Iraqê, beşdariya rêwresma pêncemîn salvegera koça dawî ya xwedê jêrazî Mam Celal Serok Komarê Berê yê Iraqa Federal da kir.
Li rêwresmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:
Amadebûyên hêja
Roj baş û hemû alî bi xêr bên
Îro 3ê Cotmehê di salvegera wefatkirina Mam Celal da, bi rêz û hurmet bîranîna wî dikîn. Raste çend sal li ser malavayî kirina wî da derbas bûne, lê em di dirêĵahiya van çend salan da û piştî nexweş ketin û dûrketina wî ji karê siyasî û dewletî, me her tim hest bi wê valahiyê kiriye ku Mam Celal bi cîh hiştiye.
Di vê bîranînê da jî ji bo canê wî yê paqij silavan dişînim, her wesa silav ji bo Hêroxan a heval, hevxebat û hevjîna Mam Celal, hêvîdarim tendirûstiya wê baş be û temen dirêj be.
Amadebûyên birêz
Ez Kêfxweşim ku îro (Saziya Serok Mam Celal) radigihînin, destxweşiyê li desteya damezrandina vê saziyê dikim û ji kar û xebatên wê ra hêviya serkeftinê dixwazim.
Dîroka Mam Celal beşek girînge ji dîroka hevçerx ya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, hebûna saziyekê ji bo nişandana xebata wî karekê girînge. Hebûna saziyekê ji bona ku nifşê nû û yê paşerojê bi tekoşîna Mam Celal nas bike pêwîste. Ez hêvîdarim karê vê saziyê bi başî birêve biçe. Wî ji bo rojnamegeriyê, rewşenbîrî û weşana Kurdî gelek kar kir. Ez hêvîdarim ev sazî jî berdewamiya wê rêya Serok Mam Celal be.
Birêzan
Min Mam Celal di roja dirustkirina aştî û tebayiyê da nas kir. Ji ber hindê ew ji bo min ji her tiştî zêdetir serkirde û yadîgareka mezin ya parastina aştî û pêkve kar kirinê ye.
Roja 8ê Novembera sala 1986ê, herdu rehmetî Mam Celal û bavê min rêkeftina aştiyê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îmza kirin. Wê rojê ez di xizmeta Bavê xwe da çûbûm wê civînê. Ew roj ji bo gelê Kurdistanê rojeka dîrokî bû. Ew roj bû yekem car bû Mam Celal bibînim û heta wê roja nexweş ketî û malavayî kirî rêz û peywendiyeka baş di navbera me da berdewam bû. Ruhê wî mezinî vegeriya bo cem Xwedayê mezin, lê rêz û xweşdivîtiya Mam Celal herdem wê li cem me dê zindî bimîne.
Ew rêkeftina sala 1986ê hatî îmza kirin piştra bi Aştbûna Giştî hate nas kirin, ji ber ku hemû partiyên Kurdistana Iraqê piştî wê rêkeftinê aştbûn, şerê navxweyî bi dawî hat û Bereyê Kurdistanî hate avakirin. Ji egerê hebûna Bereyê Kurdistanî tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û gelê Kurdistanê karî xwe li hember kîmyabaran û Enfalan rabigre. Her ji ber hebûna Bereyê Kurdistanî serhildan serkeft û bo yekem car hilbjartinên azad li Kurdistanê hatin kirin û Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê katin avakirin.
Piştî destpêkirina şerê navxwe sala 1994ê, xwesteka Mam Celal ya ji bo aştiyê û baweriya cenabê Serok Barzanî bi aştiyê wisa kir ku rêkeftina aştiyê sala 1998ê li Washingtonê îmza bikin û qonaxeka nû ya aştiyê ya tejî destkeftiyên destûrî û siyasî ji bo gelê Kurdistanê bi dest bixin. Gelek destkeft ji bo gelê Kurdistanê bi dest hatin, hemû jî ji egerê bi hevra karkirina Serok Mam Celal û Serok Barzanî bû. Mam Celal hemû tiştek dikir bo hindê cenabê Serok Mesûd Barzanî dilxweş bibe. Kak Mesûd jî tu daxwazên Mam Celal red nedikirin.
Serok Barzanî ji bona mana postê Serok Komariyê di nav çarçoveya biryara Kurdistanî û di destê Mam Celal da, milê xwe da ber zextên Serokê Amerîkayê û zextên navxweyî jî heta sala 2010ê, heta Mam Celal nebûye Serok Komarê Iraqê Serok Barzanî xwe ji bin barê giran neavêt. Ev tebayî ya salên dirêj ji bo gelê Kurdistanê tejî seqamgîrî û serkeftin bûn, ji ber hindê jî heqe ji van salan ra bêjin salên Zêrîn. Di nava wan salan da û li jêr siha tebayî û yekrêziyê da, Kurdistan ji hemû aliyan ve geş bû, seqangîrî, pêşveçûn, avadanî û xweş jiyanî hebû ku cîhê dilxweşî û şanaziya hemû Kurdistaniyan bû.
Mam Celal gelek xemxurê yekrêziyê bû, bi taybetî yekrêziya di navbera PDK û YNKê, çendîn caran min bi xwe bihîstiye ku gotiye: Eger zeman paşde vegeriyaba, bi tu awayî min nedixwest nakokî biketa navbera min û Barzanî yê Nemir da, paşî wî ev helwestê xwe di medyayê jî da nîşan da. Mam Celal gelek bi bawerî ve digot ku wî yek terefî biryar daye ku nebe beşek ji şerê navxweyî û nakokiyan, vêca qurbanî û baca wê her çi be bila bibe.
Amadebûyên hêja
Yekrêziya PDK û YNKê û îmzakirina rêkeftinnameya stratejîk di navbera her duyan da li ser destê Serok Mam Celal û Serok Mesûd Barzanî, gelek destkeftî ji bo gelê Kurdistanê bidest ve anîn û rewşeka gelek baş ji bo geşkirina aştî û demokrasiyê li Kurdistanê dirust kir. Mixabin, hindek kes û aliyan di dema hebûna rêkeftina stratejîk da digot: Ev xeniqandina demokrasiyê ye, lê eger rewşa piştî nakokiyên PDK û YNKê digel wî demî hember bikîn dê bizanîn ku helsengendina wan nerast bû. Piştî rêkeftinnameya stratejîk zêdetirîn hilbijartinên giştî û hilbjartinên navxweyî hatine kirin, zêdetirîn hilbjartinên rêxistinên pişeyî û sendîkayan kirine.
Piştî rêkeftina stratejîk ya PDK û YNKê zemîneya cêgîrbûn û geşkirina saziyên dewletê û hikûmetê û dadgehan berhev bû, zemîneyê derketin û geşkirina opozisyonê li Herêma Kurdistanê dirust bû, azadiya raderbirînê zêdetir bû, sînorên du îdareyiyê kêm bûn, zemîneya yekxistina hêzên navxweyî û dirustbûna hevahengiyê di navbera saziyên emnî da berfirehtir bû. Van hemûyan bereyê navxweyî bihêztir dikir û hêza Kurdistaniyan li Iraq û deverê da karîgertir dikir, rêzgirtin û piştevaniya cîhanê ji bo gelê Kurdistanê û mafê wî roj bi roj zêdetir dibû. Yên ku rexne li rêkeftina stratejîk ya PDK û YNKê digirt nedizanîn ku ew rêkeftine ji bo vê qonaxa Kurdistanê gelek pêwîste, nedizanîn eger rêkeftina stratejîk nebe rewşa Herêma Kurdistanê xiraptir dike û hêzên Herêma Kurdistanê pert û belav dike û karîgeriya wan jî kêmtir dike.
Belê, PDK û YNK wek du hêzên serekî li Herêma Kurdistan û Iraqê, niha jî careka din pêwîstiya wan bi rêkeftineke din ya nû û hevbeş li gor vê qonaxê heye, bi her awayekî rêkeftina PDK û YNKê û yekrêzî û tebayî di navbera hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê da gelek pêwîste ji bo rêzgirtin ji zedetir lawazbûna biryar û îradeya siyasî ya gelê Kurdistanê. Nabe em temaşa ti pîvanekê bikîn ji bilî bihêzkirina Herêma Kurdistanê, ji ber ku hêza me hemûyan girêdayî bi hêz û pêgehê Herêma Kurdistanê ye, bihêzbûna me di yekrêziya me daye, yên ku dikarin Herêma Kurdistanê bihêz bikin beriya hemûyan PDK û YNKê ye û yekrêzî û biratiya hemû aliyên Herêma Kurdistanê ye.
Birêzan
Mam Celal hêz û mezinahî bi postê Serok Komariyê da bû, ew bibû hokarê yekrêziyê ji bo hemû hêzên Iraqê, bibû bergirîkarekê gelek baş ji bo Kurd, Şîe, Sune û hemû pêkhateyên din. Baregeha Mam Celal li Bexdayê bibû cîyê xavkirin û nehêlana nakokiyan. Bi nemana Mam Celal li Bexdayê, stûneke serekî ya tewafiqê ji dest çû, navendeke serekî yê gotubêjên siyasî nema ku heta niha jî xelk û hêzên Iraqî hest pê dikin.
Em yên ku di vê bîranînê da civiyane û hevdu dibînîn, diyalog, bi hevra civiyan û geriyan li piştî rêkeftinan tê bîra me, Ez piştrastim îro xwesteka we hemûyan ji bo diyalogê û nehêlana nakokiyane, ji ber hindê ez daxwazê ji we dikim vê hesta xwe bikin destpêşxerî û bikin kiryar, tu destpêşxeriyek ji bo diyalog û rêkeftinê bi tenazul û şikestin nizanin. Ji ber ku yên diyalogê dikin û yên rêkdikevin her tim ji serkeftiyan in. Ez hêvîdarim bîranîna Mam Celal palder be ji bo yekgirtina partiyên Kurdistanî, palder be ji bo bi hevra civîna aliyên Iraqî.
Di vê bîranînê da daxwazê ji hemû partiyên Kurdistanî dikim rêkbikevin û bi hev ra kar bikin. Ez li vê bîranînê de daxwazê ji hemû aliyên Iraqî dikim hizra wan rojan bikin dema Mam Celal Serok Komar bû û bi dilekê paqij ji bo berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê hemû bi hev ra dicivandin. Bi eynî wê dilgermiyê û wê armancê gelek pêwîste îro bi hev ra bicivin û pirsgirêkan çareser bikîn. Bi rastî xelkê Iraqê ji nakokiyên siyasiyên welat gelek bêzar bûye, ji ber ku xelkê Iraqê dizane hindî nakokî berdewam bin xizmetgûzarî kêmtir dibin û seqamgîrî û serweriya welat jî lawaztir dibe.
Birêzan
Niha ku em vê bîranînê dikîn bi dehan bîreweriyên min digel Mam Celal tên bîra min, gelek caran demê nakokiyek dihate pêş bi zimanê xwe yê şêrîn ji min ra digot: “Were ba fiske fiskêk bikîn!” Spas ji bo Xweda ku gelek car ew fiske fisk yarmetîder dibûn ji bo kêmkirina kêşeyan û nehiştina nakokiyan.
Îro bila em hemû wesa bikin û bi heman awayî biryar bidin ku rêkbikevîn, soza bi komî ji bona rêkeftin û dilxweşkirina gel û serkeftine û bi tu awayî şikestin nîne ji bo tu aliyekê.
Ruhê Mam Celal şad be û bîranîna wî her bi xêr bê û hemû aliyek bixêrhatin û gelek spas.