2021-05-25T09:50:08.000000Z
Li civîneke li gel şandeke Fransî de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên gelê Kurdistanê ji bo Fransa dûpat kir ku herdem di demên dijwar de piştgîriya mirovî, siyasî û serbazî ya Herêma Kurdistanê kiriye û hêvî xwest Fransa li piştgîrî û hevkariyên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bê, her wiha spasî hewl û rola yarmetîder ya Serok Macron ya ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya Iraqê kir.
Ji aliyê xwe ve şanda Fransî jî ji bilî spas û pêzanînên ji bo rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li şikandina Da'îş û hewandina hejmareke zêdeyê koçber û penaberan û pêkvejiyana di navbera pêkhatan, dûpat kir ku Fransa bi girîngiyeke zêde ve li dostayetî û peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û li pêgeh û rola Herêmê ya li aramiya Iraq û navçeyê da dinêre û hê jî kareke zêdeyê hevbeş maye pêkve bikin û Herêma Kurdistanê bi faktereke girîngê aramiya navçeyê de da zanîn.
Sibehiya îro sêşem 25.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Françoise Dumas Seroka Komîsyona Berevaniya Niştimanî û Serbazî ya li Parlemena Fransa û şandeke li gel kir ku ji birêzan Philip Mayer û Guendal Roylard Endamên Parlemen û Bruno Obert Balyozê Fransa li Iraqê û Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê pêkhatibûn.
Li civînê de pêşhatên dawî yên rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kirdarên terorîstiyên Da'îş, rola hêzên Fransiyan û Hevpeymaniya Navdewletî li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna terorê nirxandin û her du alî hevra bûn ku Da'îş hê jî gef û metirsiyeke rastîne û ji bo ji navbirina wê ya yekcarî, Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwîstiya wan bi berdewamiya piştgîrî û erkê Hevpeymaniya Navdewletiye.
Pêşxistina peywendiyan û hevbeşiya zêdetirê Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Fransa, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û cîhanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda, mekanîzma alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên maddeya 140 a destûr, rewşa Sûriye bi giştî û çend mijareke girîng û hevbeşên din, babetên dinê civînê bûn.