2023-03-14T15:12:55.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji birêz Anthony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê wergirt. Di nameyê da, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku, wî di Konferansa Ewlekariyê ya Munichê di meha Sibatê da digel Serok Nêçîrvan Barzanî gotûbêj kiriye. Herweha di nameya xwe da îşaret bi wê yekê kiriye ku, ew derfetek bû ji bo tekîd kirina li ser pêwîstiya bi yek carî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyalog û li hevtêgihiştinê.
Birêz Blinken di nameya xwe da dûpat kiriye ku, Amerîka hevkarî û hevbeşiyek bihêz digel Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye. Wî, herwesa, berdewamiya piştevaniya bihêz a welatê xwe ji bo Iraq û aramî, ewlehî û serweriya Iraqê nîşan daye.