Êvara îro pêncşemê 02.04.2026, di peywendiyeke telefoniyê de rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, û birêz Dr. Géza Andreas Von Geyr, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê ji bo Karûbarên Derve, helwesta welatê xwe li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ragihand.
Birêz Von Geyr bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir, nemaze bi armanckirina mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê. Rêzdar tekez kir ku Almanya girîngiyê dide aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û piştgirî û dilsoziya tevahî ya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya vê peywendiyê û helwesta dostane ya Almanyayê kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê her dem aştî û aramiyê xwestiye û ji bo parastina aramî û ewlehiya li Iraq û herêmê kar dike.
Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya alîkarî û piştgiriyên Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina zêdetir a hevkariya hevbeş û peywendiyên di hemî waran de dubare kir.
Rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şer û encamên wê, babeteke din a vê peywendiyê bû.