2021-09-30T11:49:37.000000Z
Sibehiya îro pênçşem 30.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de birêz Decottignies nameyeke birêz Emmanuel Macron Serok Komarê Fransa bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihand ku naveroka wê bi vî awayî ye:
Rêzdar cenabê Serok Nêçîrvanê hêja!
Şerefmend û xweşhalim ku bi navê Fransa û bi navê xwe ve spasguzariyê pêşkêşî cenabê we bikim, ji bo wê pêşwaziya germa ku we li Hewlêrê li min kir, wekî çawa li hevdîtin û civînên me yên berê li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê bi cenabê we dabû.
Li beşeke dinê nameyê de hatiye nivîsîn:
Fransa û Herêma Kurdistanê peywendiyeke kevnar û bêhevta heye ku divê li asteke bilind da rabigrîn. Ev giyana dostayetî û bawerî û wefadariya li civînên me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û ramanên me hebû, her wiha bi hevdîtina min ya li gel Serok Mesûd Barzanî û malbata Şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, xwazyar bûm ku wê wefadarî û dostayetiyê bilind rabigrim.
Li dawiyê da Serok Macron nivîsiye:
Ez piştrastim Herêma Kurdistanê sûdmend dibê ji wan pêşketinên li konferansa Bexda ya ji bo hemahengî û hevbeşiyê bi dest hatin, piştrast bin Fransa li dijî terorê, her wiha ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li pêgiriya xwe ya li gel we da, berdewam dibe.
Bi nûkirina wefadartirîn hêviyê me bi serkeftina cenabê Serok, tikaye kerem bikin ji bo qebûlkirina rêzên minên bêdawî.