Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke serbaziya Amerîkî kir

2021-09-21T14:33:40.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî nîvroya îro sêşem 21.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General Kiss Philips Berpirsê Bilindê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê û şandeke serbazî û dîplomasiya pêre kir.

Li civînê de pêşhatên emnî û serbaziyên dawî yên li Iraqê, rûbirûbûna terorê û tevger û kirdarên Da'îş li Iraq û Sûriye, rewşa Deşta Nînowa û Şingalê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan û bi armancgirtina hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hate gutfûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku têkşikandina Da'îş, ya ji bo aramiya Iraq û navçeyê girînge û spasî hevkarî û piştgîriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha mikurî û pêgiriya bi çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ya ji bo rêkxistina hêzan û girîngiya piştgîriya Amerîka û welatên dinê dost li proseyê de, dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz General Philips behsa guhertina erkê hêzên Amerîka li çarçêweya diyaloga Iraq û Amerîkayê da kir û tekez li ser alîkarî û hemahengiya piştrastbûna ji têkşikandina yek carekiya Da'îşê kirin, her wiha ragihand ku ew bi girîngiyê ve li proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge dinêrin û li vî derbarî de hevkar dibin.

Pêşketinên navçeyê û metirsî û derfet û rewşa Efxanîstan û encamên wê, çend aliyeke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka jî amade bû.