Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yunanê kir

2019-09-30T08:42:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyan û rewşa erêniya di navbera Hewlêr û Bexdayê bi bingeh û derfetekî baş ya veberhênana biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê da zanîn û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke veberhêneran û sermayeguzariya kerta taybeta Yunan li Herêma Kurdistanê nîşan da. Her wiha rola kerta taybetî ya ji bo berfirehkirina peywendiyan bi girîng zanî.

Berî nîvroya îro dûşem 30/09/2019 li civîneke li gel birêz Yonîdos Kontovonîsyos Balyozê Yunan li Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Yunanê kir û spasî Konsolxaneya Giştî ya Yunanê li Hewlêrê kir ku rolekî diyar li pêşvebirina peywendiyan da heye. Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Yunanê jî heman xwesta welatê xwe dûpat kir.

Li civînê de her dû alî serdana çaverêkiriya Wezîrê Derveyê Yunanê li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li gel şandekî aborî û bazirganî, girîngbûna geşta raste rast ya asmanî ya li navbera Hewlêr û Atîna, peywendî û guftûgoyên Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo kirin.