2021-12-21T09:12:43.000000Z
Sibehiya îro sêşem 21.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina warên alîkariyên hevbeş, hengavên dawî ya proseya siyasî li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û berdewamiya guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera wan, metirsiyên terorê û êrîş û gefên vê dawiyê ya Da'îşê hate nirxandin.
Her du alî hevra bûn li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramiya navçeyê û pêşxistina peywendiyên welatên navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş, her wiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin.