2020-11-10T13:58:49.000000Z
Îro sêşem 10.11.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Şêx Nehro Mihemed Abdulkerîm Kesnezanî Rêberê Terîqeta Qadirî Kesnezanî û şandeke li gel kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî dûbare pirse û sersaxiyê pêşkêşî birêz kir ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Şêx Mihemed Abdulkerîm Kesnezanî bavê wî û rêberê berê yê terîqeta Qadirî Kesnezanî û hevxemiya li gel wan û malbata wan ya birêz û murîd û peyrewên terîqetê derbirî.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsa rola girîngê sofîgerî li nermî û netundutîjî û dûrketina ji demargîrî û tundiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirinê kir û li vî derbarî de balkişand li ser erkê giranê cenabê Şêx û Terîqetê û rêz û pêzanînê ji bo pêgeh û rola Şêx û terîqetê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Şêx Nehro Kesnezanî ji bilî dûpatkirina xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina birêz, balkişand li ser niyaz û amadekariyên ji bo sazkirina konferansek di derbarê sofîgeriyê ve da ku têda tekez li ser peyama nerm û miyanrewî û netundutîjiyê bike û li hemû cîhek ve mîhvanan vedixwinin. Serok Nêçîrvan Barzanî jî hemû piştgîrî û hevkariyeke xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo wî nîşan da.
Li hevdîtinê de birêz Dr Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî amade bû.