Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya karbirêveberê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kir

2024-02-14T13:11:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê nîvro 14.02.2024ê li Hewlêrê, digel birêz David Berger Berpirsê Birêvebirina Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê civiya.

Di civînê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê û gotûbêjên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan, rol û pêgeha Iraqê li navçeyê û li ser asta navdewletî, bi armanckirina hêzên Hevpeymanan li Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê û rola hêzên hevpeymanan de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser girîngiya parastina aramî û îstîqrara Iraq û navçeyê kirin û herwesa, çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di civînê da hatin nirxandin.