Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêmê ji bo aramiya Iraqê dûpat kir

2019-11-13T15:30:14.000000Z
Nûçe
Serok Nêçîrvan Barzanî li hevdîtin û civînên xwe yên li gel partî û aliyên Iraqiyên li Bexdayê de, tekez li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo aramiya emnî û siyasiya Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyekî pêwîst yên bi navê çareserkirina kêşeyan derbirî. Her wiha ronahî kir ku rûdan û rewşa Iraqê bandorê li ser tevahiya welat, bi Herêma Kurdistanê ve jî heye û divê em hemû ji bo muamelekirina li gel rewş û çaksazî û çareserkirina kêşeyan, berpirsiyaryetiya xwe hilbigrin.

Li dirêjahiya serdana xwe ya Bexdayê ku îro çarşem 13/11/2019 birêveçû, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel bi cûda cûda li gel birêzan Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî, Hadî El Amirî Serokê Hevpeymaniya El Bîna, Dr. Nessar El Rubeyî Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir û şanda li gel, Nûrî El Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Eyad Elawî Serokê Fraksiyona Niştimanî civiya.

Li civînan da rewşa Iraqê bi giştî û girîngiya xwendin û têgihiştinekî rastiyane ji bo rewş û qonaxa xwepêşandanan û sedem û encamên wê û çawayiya çareserkirina kêşeyan û bi cîhkirina daxwazên rewayên hemwelatiyan, pêşbîniya paşaroja sîstem û proseya siyasiya li welat guftûgo kirin. Her wiha dakokî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera hêz û aliyên siyasiyên Iraqê ji bo çawayiya muamelekirina li gel rewş û pêşhatan da kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda ku ji birêzan Mistefa Seyîd Qadir û Şêx Ce'fer Mistefa Cîgirên Serok û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêkhatibûn, hevdîtin û civînan li gel her sê Serokayetiyên Iraqa Federal û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê, berî nîvroya îro gihîştin Bexda û piştî wan hevdîtin û civînan vegeriya Hewlêrê.