Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgerê Azerbaycana Rojavayî kir

2022-08-23T13:17:43.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 23.08.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mihemed Sadiq Mutemdiyan Parêzgarê Azerbaycana Rojavaya Komara Îslamiya Îranê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê da peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hemahengiya zêdetir ji bo peywendiyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan û hatinûçûna ziyaretkaran bo cihên olî û geştiyarên Îranî bo Iraqê bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ra, hatin gotûbêjkirin.

Şandeya mêhvan kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê û derfeta hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dupat kir ku ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan dê hemû hewlên xwe bidin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, balkişand li ser peywendiyên dêrîn di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de û tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan kirin, Serok Nêçîrvan Barzanî, her wisa, xwesteka Herêma Kurdistanê nîşan da ku dixwaze di warê cuda da baştirîn têkilî, hevkarî û alîkarî digel welatên cîran hebin.

Rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend mijarên din gotubêj kirin. Di vê hevdîtinê da her yek ji birêzan parêzgarê Hewlêrê, Serokê Îdareya Soran û Konsolê Giştiyê Komara Îslamî ya Îranê amade bûn.