Îro Şemî 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke têlefoniyê ji birêz Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, wergirt.
Di peywendiyê de, Serok Macron bi tundî êrîşa dronî ya ku îro li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê hatibû kirin şermezar kir, û herweha piştgiriya welatê xwe ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare kir.
Serok Macron sersaxiyê ji Serok Nêçîrvan Barzanî û wan malbatên Pêşmergeyên ku di 24ê vê mehê de di êrîşa mûşekî ya Îranê de li Soranê şehîd bûbûn xwest û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serok Macron û piştgiriya berdewam a Fransayê û helwestên wê yên navneteweyî ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke din a peywendiyê de, pêşketinên dawî yên şer û encamên wan hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk ji bo bi dawî anîna şer kirin.