2022-12-23T15:50:11.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 23.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Giorgio Meloni Serokwezîra Îtalyayê kir ku di yekem serdana xwe ya fermî bo derveyî Ewropayê da, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da û cejna Christmas, serkeftina wê di hilbijatinan da û wergirtina postê serokwezîrtiyê li xatûna Giorgio Meloni pîroz kir. Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û yê Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir ku di dema şerê dijî Daîş da, di warê serbazî, mirovî û siyasî da alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Serokwezîr Giorgio Melon, ji aliyê xwe ve, tekez li ser wê yekê kir ku welatê wê girîngiyeke taybet bi peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û bihêzbûn û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Iraq û navçeyê bi girîng zanî. Herwesa wê piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Serok Nêçîrvan BarzanÎ, di vî derbarê de, balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê amadeye bi diyalog û li ser esasê destûrê hemû pirsgirêkan digel Bexdayê çareser bike.
Her du alî li ser hindê ku hêşta Daîş li ser asayîş û aramiya Iraq û Sûriyeyê metirsiyeka rasteqîneye hevfikir bûn. Ji ber vê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bona bi yekcarî jinavbirina Daîş û terorê heye. Her du aliyan tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkiliyên Herêma Kurdistan û Îtalyayê û alîkariyên hevbeş di hemû waran da kirin.
Xatûn Giorgio Meloni, di vê civînê da, bi fermî Serok Nêçîrvan Barzanî vexwend ku serdana Romayê bike.
Serokwezîra Îtalyayê di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê da dê serdana hêzên Îtalyayê yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da li Herêma Kurdistanê ne bike.
Rewşa koçber û penaberan, rewşa pêkhateyan bi taybetî mesîhî û êzidî, rewşa herêmî bi giştî, bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser deverê çend mijarên din yên civîna Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîra Îtalyayê Melonî bûn.