Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Almanya girîngiyê dide peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê

2023-06-27T22:17:40.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî bi dawî hatina civîna digel Olaf Scholz Şêwirmendê Almanyayê, ji bo kanalên ragihandinê axivî û got:
Serdana me ya ji bo Berlînê li ser daxwaza birêz Şêwirmendê Almanyayê bû, îro danê êvarê me civîneke baş pêk anî, di vê hevdîtinê da behsa wan mijarên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê da û herwiha peywendiyên Almanyayê digel Iraqê hat kirin. Tiştê ku em hest pê dikin ew e ku Berlîn û cenabê Şêwirmend girîngiyeke mezin didin pêşxistina van peywendiyan digel Iraqê û di nav Iraqê de jî digel Herêma Kurdistanê.
Me li ser wan mijarên ku ji bo her du aliyan girîngin gotubêj kir, çawaniya pêşxistina peywendiyên xwe di warê aborî û siyasî da û me daxwaz ji wî kir ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Me hest pê kir ku ew jî weke me, bi rastî, girîngiyê bi têkiliyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dide.
Paşê, Serok Nêçîrvan Barzanî, bersiva pirsên rojnamevanan da û di bersiva pirsekê da ka hikûmeta navendî çend piştgiriya peywendiyên Herêma Kurdistanê bi cîhanê ra dike, got:
“Helbet serdana me ku em hatine vir, berî ku em werin, me bi Serokwezîrê Iraqê û Bexdayê ra hemahengî kir û di hemû civînên ku me îro li vir li dar xistin da, Balyozê me digel me bû, di hemû civînên ku me kirine ew bi me ra beşdar bû û em weke yek tîm axivîn. Bi rastî min nedîtiye ku Iraq û Bexda ji bo van hevdîtinan, bi her aliyekî ra be, pirsgirêkan çêbike.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da li ser rewşa Herêma Kurdistanê û hewlên Bexdayê yên ji bo kêmkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî got:
“Pêwendiyên YNK û PDK ê ne pir û pir xirabin, xirabin, lê ne ewqas jî pir xirabin, niha em îro li vir in, YNK û PDK ê civîn li dar xistine û em hêvîdar in ku ev civîn berdewam bin da ku em bigihin encamekê. Hebûn û bihevrebûn, pêgeha Herêma Kurdistanê dê li derveyî welat û li Iraq û Bexdayê jî bihêztir bike. Hewldan hemû di wê çarçoveyê da ne ku em bikaribin digel YNK ê bigihin li hevtêgihîştinekê. Pirsa nefta Herêma Kurdistanê jî, meseleyeke ku beşek jê peywendî bi Bexdayê heye û ya din jî peywendî bi Tirkiyeyê ve heye, lê heta niha tiştê ku em dibînin, gelek mixabin, ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê ji Bexdayê gavên pêwîst nehatine avêtin.
Derbarê zêdekirina alîkariyên Almanya bo Pêşmerge û avadankirina Şingalê jî got:
“Me di vê civînê jî ya digel Şêwirmendê Almanyayê da, spasiya helwesta Almanyayê kir ku, di demên dijwar da, di hemû waran da, di warê leşkerî, mirovî û aborî da, piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Îro jî birêz Şêwirmendê Almanyayê dupat kir ku girîngiyê bi piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ya di hemû waran da dide. Tiştê ku îro ji bo me zelal bû; belê ew piştevaniya Almanyayê berdewam dibe."
Di bersiva pirseke din da li ser egerên girîngîdana Almanyayê bi Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku dawiya îsal wextê mana hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi dawî tê, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
"Ev mijar bi rastî nehat gotûbêjkirin, lê wek hûn jî dizanin Parlamentoya Almanyayê dema mayîna leşkerên Almanyayê dirêj kiriye, em îro digel birêz Şêwirmendê Almanyayê axivîn û me tekez kir ku, hêşta DAIŞ li ser Iraqê metirsî ye û me tekîd li ser wê yekê kir ku, di vî warî da, hêşta Iraqê pêwîstî bi piştevaniya navdewletî heye."
Di derbarê helwesta Herêma Kurdistanê li hember hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê piştî hilbijartinên wî welatî, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
"Mijara hebûna Amerîkayê di çarçoveya wê rêkeftinê da ye ku digel Iraqê kiriye û ne li derveyî wê rêkeftinê ye. Di navbera Iraq û Amerîkayê da rêkeftineke stratejîk heye û di vê çarçoveyê da artêşa Amerîkayê li Iraqê ye, nerîna me û ya Bexdayê jî ew e ku hîn jî pêwîstiya me bi alîkariya navdewletî heye û di vê çarçoveyê da Amerîka weke hêzeke hevpeymanan li Iraqê heye û hemû aliyên Iraqî li ser wê yekê razî ne ku divê ev hevkarî berdewam be. Ji bo Tirkiyê jî pêwendiyên me bi Tirkiyê re baş in, ne xirab in û em hêvîdar in ku peywendiyên Tirkiye û Iraqê jî roj bo roj baştir bibin."