Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya li Dijî Jinan de

2025-11-25T06:36:00.000000Z
Nûçe

Di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan de, em pêdagirbûna xwe ya neguher ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakek ku azadî, wekhevî û rûmeta mirovî tê de serwer be, dubare dikin. Em ê di hewldan û xebata xwe de ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan, berdewam bikin.


Bi rêzdarî em bîranîna hemû jinên ku ji ber tundûtûjiyê jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin û hevxemîya xwe ya kûr ji bo malbatên wan tînin ziman. Dilxweşiya ji bo malbatên wan tenê bi pêkanîna dadweriyê û rêgirtina li dubarebûna van tawanan û avakirina jîngeheke aram pêk tê ku li hemû jinan li her rewş û pêgehek de be biparêze.


Parastina mafên jinan ji bo me hemiyan stûneke serekî ya avakirina civakeke azad, dadperwer, pêşketî û aram e. Ji holê rakirina tundûtûjiya li dijî jinan pêwîstî bi îradeyeke hevbeş, yasayên xurt û bicîhanîna wan, û hişmendiyeke civakî heye ku rêz li jinan bigre û piştgiriyê bide beşdarbûna wan ya berfireh di jiyana siyasî, îdarî û aborî de.


Paşeroja Kurdistanê, bi xurtkirina şiyan û karînên jinan û bihêzkirina beşdarbûna wan ya çalak di hemû warên jiyanê de ve girêdayî ye. Em ê bi hemû hêz û israrê pêdagir bin bi rûbirûbûna tundûtûjiyê, ramanên tundrew, parastina maf û azadiyan û avakirina civakekê ku tê de her jinek parastî, azad û bi hêz be ji bo pêkanîna xewn û armancên xwe.


Em ê bi hemû dezgeh û aliyên fermî yên li Herêma Kurdistanê, civaka sivîl û kesayetî û rêberên olî û civakî re berdewam bikin ji bo bihêzkirina parastina qanûnî, berfirehkirina bernameyên bihêzkirina aborî û pêşxistina beşdarbûna jinan di cihên biryardanê de û mîsogerkirina avakirina jîngehek kar û civakek ku ji destdirêjî, tundûtûjî û cudakariyê dûr be.


Silav li wan hemû jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, herwiha ji çalakvan û karmendên di warê parastina jinan re û ji wan hemû kesên ku di bilindkirina asta hişmendiya civakî û bicihanîna nirxên wekheviyê de beşdar in. Herwiha, em rola ciwanan, sazî û dezgehên ragihandinê, dibistan û zanîngehan, di belavkirina çanda netundûtûjî û rêzgirtina li hember hev de, bilind dinirxînin.


Em hemû bi hev re xebata xwe berdewam bikin ji bo civakeke bê tundûtûjî, bê tirs û bê cudakarî.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25ê Mijdarê 2025