Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Berjewendî û bihayên hevbeş, me li gel Amerîka kom dike

2023/03/07
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe Kongreyên rojnamevanî
Piştî civîna îro 07.03.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di civîneke rojnamevaniyê da li ser civîna xwe zanyarî û daxuyanî dan rojnamevanan û medyayê:

Serok Nêçîrvan Barzanî:

Roj baş, ez gelek kêfxweşim ku îro li vir pêşwaziyê li birêz Lloyd Austin, Wezîrê Berevaniya Amerîka û dostekî dêrîn yê gelê Kurdistan û Iraqê dikim. Bêguman, serdana wî ya birêz peyameke girîng û zelal a piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Me civîneke gelek baş hebû. Me behsa peywendiyên her du aliyan li ser bingeha rêkeftina çarçoveya stratejîka Iraq û Amerîkayê kir. Me tekez li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş û piştevaniya Amerîka û hevpeymanên navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bona rûbirûbûna terorê kir. Her wiha me behsa girîngiya hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê kir.

Me tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka û welatên dost di proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina Pêşmerge kir. Me ew dilrehet kirin ku em li ser birêxistinkirina Pêşmerge û derbaskirina astengiyên li pêşiya prosesê bi îsrar in. Ji bo yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî xebatên me dê berdewam bin.

Em hevdeng bûn ku, çareseriya pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê aramî û seqamgîriya siyasî, ewlehî û aborî ji Iraqê ra bi xwe ra bîne. Em li ser girîngiya piştevaniya Hikûmeta Federal a Iraqê û karkirina bi hev ra li herêmê ji bona parastina aramiyê hevfikir bûn. Her wiha me dûpat kir ku Herêma Kurdistanê her dem dê bibe faktora aştî û aramiyê

Birêz Wezîr! Dubare gelek bi xêr hatî Hewlêrê, em spasiya rola we ya taybet di alîkariya Pêşmerge da dikin. Em spasiya Amerîkayê dikin ji bo piştevaniya wê ya berdewam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Berjewendî û nirxên hevpar me û Amerîkayê digihîne hev. Em dikarin bi hev ra aştî û aramiya Iraqê û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzin

Gelek spas ji bo hatina we, roja we xweş be.

Birêz Lloyd Austin, Wezîrê Berevaniyê:

Birêz Serok! Ez îro bi dîtina te gelek kêfxweş bûm. Min hestek gelek xweş heye ku, ez îro li Hewlêrê me. Me bi dehan salan di hin demên pir dijwar de mil bi mil bi hev ra kar kiriye. Ji dema “Operasyona Dabînkirina Aştiyê” heta têkoşîna me ya hevpar ya li dijî DAIŞ'ê me bi awayekî berdewam bi hev ra kar kiriye.

Amerîka û Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav da ji bo vegerandina serweriya Iraqê me gavên mezin avêtine. Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo têkbirina DAIŞ da zêdetirî 50,000 kîlometre çargoşe ji axa di bin destê DAIŞ da me rizgar kir û herwesa, zêdetirî 4,5 milyon Iraqî rizgar kirin.

Ji ber wê jî di cihê xwe daye ku destxweşiyê li rol û alîkariyên gelek hêja yên Pêşmerge wek beşek ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê di vî şerî da bê kirin.

Divê ez tekezî li ser wê yekê bikim ku, hêzên Amerîkî li ser vexwendina hikûmeta Iraqê amade ne ku li Iraqê bimînin û piştgiriya şerê Iraqê li dijî DAIŞê bikin. Em kêfxweş in ku me karî piştevaniya hêzên we bikin û berevaniyê li gelê Iraqê bikin

Dixwazim piştevaniya xwe jî ji bo rêkeftina lihevtêgihiştinê ku, Wezareta Berevaniya Amerîkayê sala borî digel Wezareta Pêşmerge ya we îmze kiribû, ragihînim. Ew rêkeftina lihevtêgihiştinê tekîdê li ser amadebûna me ji bo berdewambûna li ser dabînkirina alîkariyên emnî ji bo hêzên we û di heman da ji bo reformên saziyan dike.

Daiş berdewam gefan li can û jiyana xelkê Iraqê dike, ji ber wê jî berdewamiya hevkarî û bihevrayî ya me gelek girînge û hemahengiya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê digel hêzên ewlehiyê yên Iraqê, bi taybetî di lîwayên hevbeş da pêwîst e.

Lê mixabin ne bi tenê DAIŞ li herêmê metirsiye. Amerîka berdewamiya êrîşên Îranê yên ji aliyê din yê sînor şermezar dike. Ev êrîşan serweriya Iraqê binpê dike, jiyana Iraqiyan dixe metirsiyê û nahêle gelê Iraqê pêş bikeve.

Amerîka li ser piştgiriya xelkê Iraqê berdewam dibe. Ji bona ku Iraq bikaribe hemû imkanên xwe bikarbîne, divê Hewlêr û Bexda ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan bi hev re kar bikin. Divê rêberên Kurdan jî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo dabînkirina Herêma Kurdistana Iraqê ya geş û aştiyane bibin yek.

Birêz Serok, spas ji bo mêvanperweriya we û tîma we. Spas ji bo gotûbêja pir baş a ku me kir û em li bendê ne ku hevkariya xwe bêhtir xurt bikin.