Êvariya îro şemî 07.12.2024 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vexwendina fermî ya rêzdar Emmanuel Macron Serokê Fransa, bi hejmarek ji serok û rêberên cîhanê re li Parîsê, beşdariya rêwresma dûbare vekirina katadrala dîrokiya Notre Dame da kir.
Vexwendin û beşdarîkirina Serok Nêçîrvan Barzanî ya li vê rêwresmê, nîşana dostayetî û peywendiya bi hêz ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê ye. Her wiha girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê, ya li ser asta navçeyê û peywendiyên dîplomasiyên navdewletî da nîşan dide.
Ji bilî peywendiyên dîplomasiyê, alîkariya hevbeş ya Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, li warên kultûrî da, wareke dinê peywendiyên her du aliyan e. Li vî derbarî de Herêma Kurdistanê, li çendîn warên çalakiyên ronakbîrî û şûnewariyê da, bi aliyên peywendîdarên Fransiyan re hevkariyeke nêzîk heye.
Her di derbarê beşdarî kirina vê rêwresmê da, Serok Nêçîrvan Barzanî li peyameke li ser tora civakiya X de, dibêje: Vê êvarê bi Serok Macron û serkirdeyên din re li Parîsê, min beşdariyê li rêwresma dûbare vekirina katadrala navdara Notre Dame da kir. Ev rûdana dîrokî, tekeziya me ya li ser parastina mîratên hevbeşên mirovayetiyê nîşan dide. Ji bo vê karê bêhempa, pîrozbahiyê li hevalê xwe Serok Macron dikim.
Piştî bi dawî hatina rêwresmê, Serok Nêçîrvan Barzanî bi serok û serkirdeyên welatan re, li koşka Elysees amadeyê şîvek bû ku Serok Macron ji bo mîhvanan û beşdarên rêwresmê, amade kiribû.
Serok Nêçîrvan Barzanî, beşdariya rêwresma dûbare vekirina Katedarala Notre Dame kir
2024-12-07T20:14:00.000000Z