
2025-10-14T18:04:00.000000Z
Îro êvarê Sêşem, 14.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî merasîma rojbûna Şah Charlesê Sêyem, Şahê Keyaniya Yekbûyî, kir.
Di merasîma ku bi amadebûna birêzan nûnerê Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û hejmarek ji berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê hate lidarxistin, birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji Şah re temenê dirêj û ji Şahnişîniya Yekbûyî re serkeftinê xwest.
Her di wê boneya de, destegula Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo merasîmê hate pêşkêşkirin.




