2022-11-19T15:59:15.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 19.11.2022ê li bajarê Silêmaniyê beşdarî di merasîma sersaxiyê ya qurbaniyên bûyera xemgîna roja pêncşemê 17.11.2022ê ku ji egera peqina tankekê gazê 15 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek kes jî birîndar bûn, kir.
Di merasîmê da Serok Nêçîrvan Barzanî ji malbat û kesûkarên qurbaniyan ra sersaxî xwest û hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr bi wan re nîşan da. Herwesa, hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û aramî, sabir û hedarê bi malbat û kesûkarên qurbaniyan bibexşe.
Paşê jî Serokê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxaneya Şar kir serdana berketî û qurbaniyên wê bûyerê kir û ji nêzîk ve şopandina rewşa wan kir, û herwesa, hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û pêwîstiya çareseriyê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Hatina me ji bo bajarê Silêmaniyê ji bo sersaxiyê li malbatên qurbaniyên wê karesata ku li wî bajarî qewimî bû. Bi rastî ev karesatek mezin bû, tevahiya Kurdistanê ji Zaxo heta Xaneqînê, li hemû deverên Herêma Kurdistanê welatî li navxwe û derve hemû xemgîn in û her yek ji me li mala xwe xwediyê vê taziyê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Em îro ji bo sersaxiyê hatine bajarê Silêmaniyê û digel parêzgar me beşdarî di merasîmê da kir û peyama xwe ya sersaxiyê bi wan gihand. Bûyerek ne xweş bû, her bi vê helkeftê ez dixwazim spasiya cenabê parêzgarê Silêmaniyê bikim ku min ji wî bihîst ku hemû aliyan bi hestkirin bi berpirsiyarê û hemû şahidê wê yekê ne ku her ji cenabê parêzgar û hem jî nexweşxaneya bajêr, bijîşk, hemû xebatkarên nexweşxaneyê, berevaniya şaristaniyê, polîs, şaredarî, asayîş û xelkê xwebexşê vî bajarî her hemûyan erkên xwe bi cih anîn.”
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya bersivdana pirsên rojnamevanan da herwesa got: "Vê bûyerê li tevahiya Kurdistanê sozdariyek çêkir ku ev ji bo me hemûyan cihê şanaziyê ye. Dema bûyereke wiha çêbibe, em hemû bi hev re hewl didin alîkariyê bikin. Spasiya yek bi yekê wan dikim yên ku beşdar bûn û kar û xizmetê kirin. Em hevparê xema wan malbatan in. Em hêvîdar in ku hikûmet jî lêkolînek pêwîst bike daku bizanîn çavkaniya kêşeye li kuderê ye û çima ev bûyer qewimî. Bêguman divê ev bibe dersek û ji nuha û pêda hewl bidîn ew tiştên ji bo emniyet û silametiya welatiyan pêwîstin zêdetir mifa jê werbigirin.”
Di bersiva pirsekê da derbarê biryara serokê YNKê ya ji bo qerebûkirina malbatan û alîkariya Serokatiya Herêmê ji bo wan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Divê em hemû beşdarî vê yekê bibin, ya ku pêwîst be ji bo van malbatan bê kirin, bêguman hikûmet jî dê erkê xwe pêk bîne. Her kesê bixwaze karê xêrxwaziyê bike, çi serokatiya partiyek û çi kesayetî be, em spasiya wan dikin û emê kêfxweş bibin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê hestên xwe yên beşdarîkirina di merasîma sersaxiyê da û tedbîrên ji bo rêgirtin li dûbarebûna bûyerên bi vî rengî de got: Bi rastî hindî bêjî bûyereke ne xweş bû, îro li Kurdistanê, dûr ji wê yekê ka berpirsiyariya min ya berpirsiyariya yê din çiye, em hemû xemgîn in û îro li hemû malan taziye. Me bi erkê xwe zanî ku em serdana wan bikin û ji nêzîk ve bibînin, bêguman ji bo wan çi pêwîst be em dê bikin.
Di bersiva pirsiyareke din da derbarê pirsa sutemeniyê û herwiha biryara dawî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê hilbijartinan û dema lidarxistina wê de jî, birêz Nêçîrvan Barzanî got: “mesele meseleya silametiyê ye, bêguman hikûmet dê li ser wê bûyerê lêkolîn bike û divê wan pêngavan bavêje yên ku ji bo silametiya welatiyan pêwîstin. Ji ber ku karê hikûmetê ewe ku xizmetguzariyan ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Helbet weke her tiştekî din, hikûmet dê li ser vê mijarê helwestê nîşan bide û ji bo rênîşankirin û guhertina yasayê çi pêwîst be dê cîbicî bike.”
"Derbarê hilbijartinan jî, weke Serokê Herêma Kurdistanê li gor erkê xwe min beriya niha nameyek ji parlamentoya Kurdistanê re şandibû û hêvîdar im ku alî li ser vê mijarê li hev bikin. Niha temenê parlamentoyê ji bo salek hat dirêjkirin û divê di nava wê salê de hilbijartin bên kirin."
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke din da derbarê çareserkirina kêşeyên siyasî bi taybetî pirsgirêkên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de got: “Ya ku wek prensîp zelal û eşkereye, eger em yekdeng nebin, eger em bi hev ra kar nekin û eger em rêknekevin em nikarin çu destkeftan ji bo vê herêmê û vî welatî bi dest bixin. Tenê şertê serketina me yekîtî ye, helbet em partiyên cuda ne û hizbên cuda jî xwedî nêrînên cuda ne û em nikarin bibêjin ku divê em hemû wek hev bifikirin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: Tiştê ji bo me gelek giring ewe ku divê berjewendiyên Herêma Kurdistanê di ser hemû partiyan û hemû tiştên din ra be. Ez di wê baweriyê da me ku em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Eger em li daxuyaniya dawiyê ya Komîteya Nawendî ya PDKê bi hûrgilî binêrin, dibêje dê rûpelek nû vekin û dest bi danûstandinan bikin û serdana aliyan bikin û dê hewlên cidî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser maseya gotûbêjan çarser bikin, helbet emê serdana YNK û aliyên din jî bikin.