2022-11-23T15:40:03.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê piştî nîvro 23.11.2022ê, serdana bajarê Dihokê kir û beşdarî merasima sersaxiyê ya wan 5 qurbaniyên di bûyera peqîna gazê ya ku duşemê bi şev li bajarê Dihokê qewimî bû jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirê 30 kesan jî birîndar bûbûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji malbatên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Dihokê bi giştî ra sersaxiyê xwest û hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr bi wan re nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê qurbaniyan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi malbat û kesûkarên wan bibexşe.
Ji aliyê xwe ve, malbat û kesûkarên qurbaniyan ji bo serxweşî û beşdariyê di merasîma sersaxiya wan de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bernameya xwe ya roja duyemîn a serdana xwe ya bo Bexdayê û civînên digel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji ber beşdarbûna di merasima sersaxiya qurbaniyên Dihokê û malbatên wan da hilweşand.
Her wisa, Serok Nêçîrvan Barzanî Parêzgarê Dihokê erkdar kir ku rewşa birîndar û qurbaniyên qezayê bişopîne û amadeyiya xwe jî ji bo her alîkariyek û pêwîstiya çareserkirinê li welat û derveyê welat nîşan da.