2023-02-12T14:23:36.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 12.02.2023ê li Konsulxaneya Giştiyê ya Tirkiyeyê li bajarê Hewlêrê, beşdarî merasîma taziya qurbaniyên erdheja 6ê vê mehê li Tirkiye û Sûriyê ku bi hezaran kes bûne qurbanî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di deftera tomarkirina peyaman da, peyameke sersaxiyê tomar kir û ji bo wê karesata bi êş ku ji encama erdhejeka wêranker ku li deh parêzgehên Tirkiyeyê û çend bajarên Sûriyê qewimî, bi navê xwe û Herêma Kurdistanê, sersaxî û hevsozî û hevxemiya xwe pêşkêşî bi gel, hikûmet û serokatiya Tirkiyeyê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku li Herêma Kurdistanê digel temama mirovatiyê, bi dil û derûniyekî xemgîn, hizr û dilê me digel gelê Tirkiyê û malbat û kesûkarên bi hezaran qurbaniyane ku tu carî wêneyên trajîk û dîmenên kavilan û wêranbûna bajar û avadaniya ji bîra me naçin û derûnê mirovî dihejînin.
Serokê Herêma Kurdistanê, ger wesa, ji Xwedayê mezin xwest ku canê qurbaniyan bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi malbatên wan bide û hêviya başbûnê ji birîndaran ra xwest.
Tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê amadeye, bi çi ji destê wê bê, alîkariyê bike.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê xweşhaliya welatê xwe ji bo beşdarbûn û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî di vê pirsê da û helwesta Herêma Kurdistanê bi gel û hikûmet ve ji bo alîkariya qurbaniyan nîşan da.