Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya Konferansa Asayîşa Munchenê dike

2025-02-13T14:35:00.000000Z
Nûçe

Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ​​îro pêncşemê 13.02.2025ê di daxuyaniyekê da ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê da gihîşte Almanyayê.

Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê her wisa got: Serok Nêçîrvan Barzanî dê di nava sê rojên konferensê da çendîn hevdîtinan digel hejmareka serok û berpirsên pilebilind yên welatên beṣdar di konferansê da pêk bîne. Di wan dîdar û civînan da dê di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên din ra û pêşhatên dawî yên li navçeyê danûstandina bîr û ramanan bikin.