Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 01.12.2024ê li bajarê Hewlêrê beşdariya 10 emîn salvegera damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê kir.
Di merasimê da ku, rêzdaran Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hejmareke ber bi çav ji berpirsên hizbî û hikûmî, balyoz û konsul û nûnerên welatên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê û akademîsyen amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî ye:
Amadebûyên birêz!
Êvar baş!
Ez dixwazim bixêrhatina hemû mêhvanan bikim, balyoz û konsulên welatan li Hewlêrê, hemû ew birêzên di vê şevê da bi me ra beşdarin, ez bi germî bixêrhatina wan hemûyan dikim, bixêrhatina hemû mêhvanên ezîz dikim, bixêrhatin serçavan.
Bi taybetî bixêrhatina birêz Mar Awa dikim ku îşev bi me ra beşdariya merasîmê dike, gelek bi xêr hatin.
Ez kêfxweşim ku vê êvarê ez beşdarî 10 salvegera damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê dikim. Ez bi germî pîrozbahî û destxweşiyê li vê saziya akademîk ya pêşkeftî dikim ku di nava 10 salên bihûrî da hizreke nû ji bo guhertina pergala fêrkirin û perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û baştirkirina wê pêşkêş kirine.
Perwerde ne bi tenê amêrek ji bo pêşkeftina kesane, lê hêzeke ku dikare civakan ava bike û ji bo welat û milletan paşerojek geş ava dike. Di sala 2013an da, gava birayê min yê birêz Mesrûr Barzanî bi ramana damezrandina zanîngehê bi min ra behs kir ku, wê demê ez Serokwezîr bûm, min bi kêfxweşiyê pêşwaziyê li fikra cenabê wî kir. Ev bi tevahî bi hizra min ra li hev dikir ku, girînge saziyek fêrkirin û xwendina zanîngehê di asta cîhanî da ava bikîn.
Ez gelek spasiyên hewlên berdewam û nêrînên wî dikim. Ez dixwazim spasiya Meclîsa Emîndaran, Serokatiya Zanîngehê û Endamên Desteya Rektoran ku, di nava 10 salên bihûrî da bi dilsozî û nêrîneke jîrane rûbirûyê asteng û pirsgirêkan bûn ji bona dilrehetbûn ji berdewambûna kariyera Zanîngehê ku bi armancên xwe yên bilind pêkbîne.
Armanca damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji destpêkê ve zelal bû:
Avakirina saziyek ku bibe mînakek akademîk ya bilind û çirayek ji bo zanist û afirandinê û ew ji bo nifşên paşerojê îlhamek be. Beşdar be di amadekirina nifşek da ku bikaribe rûbirûyê pirsgirêkan bibe. Nifşek ku bikaribe amûrên serkeftinê di cîhanekê da berdest bike ku pir bi lezgînî digûhere û wê ji me dixwaze ku, em bi berdewamî bi pêşkeftinan ra xwe nû bikin, da ku ber bi pêş ve biçin, da ku em ji pêvajoya pêşkeftina gelan neyên veqetandin.
Birêzan!
Di deh salên çûyî da, Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest anîne ku ew bibe mînakek eşkere ya kalîteya perwerdeyê li Kurdistan û Iraqê. Di nav wan da:
• Ew yekem saziya perwerdeya bilind e ku li Iraqê, di pêvajoya bidestxistina pêbaweriya akademîk a navneteweyî da bi serfirazî çend qonaxên girîng derbas kirine. Ev yek pêdagirbûna berdewama ya zanîngehê ji bo pêşkêşkirina perwerdeya bi kalîteya bilind nîşan dide. Ev jî îsbat dike ku serxwebûna zanîngehan ji bo ku taybet û cûda bin û akademîsyenên navneteweyî pê bawer bin pir girîng e.
• Ya ku birêz Mesrûr di axaftina xwe de got ku, %70 xwendekarên zanîngehê bi hin awayan Sckolarship pê hatiye dayîn, ev jî cîhê rêzgirtin û pesnê ye. Em dixwazin spasiya hemû xêrxwazan û hemû yên ku ji zanîngehê ra hevkar û alîkar bûn bikin. Em li bendê ne ku zêdetir jî bikin. Piştgiriya van birêzan wisa kiriye ku ji bo xwendekarên pêkhateyên cihêreng li Herêma Kurdistanê û Iraqê derfet peyda kiriye da ku xwendina xwe di zanîngeha pêşkeftî da berdewam bikin. Ez dîsa ji wan re spas dikim, hêvî dikim ku berdewam bin û xelkên din jî vê însiyatîfê bigrin.
Serkeftinek din ya zanîngehê di sala 2019 da damezrandina tîmek xebata perwerdeyê ye ku, bûye platformek bi bandor ji bo pêdana pêşniyarên ji bo pêşkeftina perwerdeyê û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê. Ez bi tevahî bi hizra damezrandina vê tîmê ra bûm û min hemû piştgiriyeke da wan.
Amadebûyên birêz!
Bi rêya perwerde û fêrkirinê, em dikarin civakek pêşkeftî, aboriyek xûrt û paşerojek geş ava bikin ku, hêjayî qurbanîdana vî gelê xweragir be. Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkî Kurdistan ne tenê destkeftiyek akademîk e, lê di heman demê da peyamek hêviyê ye ji bo hemû ciwanên li Herêma Kurdistan û Iraqê.
Ji ber vê yekê, tevî van destkeftiyan xebata me û hewldanên li Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pergala perwerdeyê hîna bi dawî nehatine. Gelek tişt hene ku divê bi dest xwe bixin da ku paşerojek geştir ji bo ciwanên xwe mîsoger bikin.
Herî girîng jî:
• Pêşxistina programên xwendinê da ku digel pêdiviyên sedsala 21 an gûncayî bin û xwendekaran amade bikin ku di bazarê karê navxweyî û bazarê cîhanî re têkildar bibin.
• Bihêzkirina avahiya akademîk ya ji bo bilindkirina kalîteya perwerde û fêrkirinê di hemû saziyên perwerde û fêrkirinê yên Herêma Kurdistanê da.
• Veberhênana kadroyên rektor bi rêya dabînkirina bernameyên rahênanên berdewam ji bo pêşxistina jêhatîbûn û bihêzkirina jîriya wan.
• Bihêzkirina zanîngehên me bi awayekî ku xwendekarên welatên navçeyê û cîhanê werin cem me.
Spas ji bo hemû kesên ku di damezrandin û piştgiriya vê zanîngeha pêşkêtî da beşdar bûne. Spas ji bo hemû kesên ku ji bo pêşxistina sîstema perwerdeyê û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê dixebitin.
Em her kesî piştrast dikin ku em dest jê bernadin û dê berdewam bin ji bo bidestxistina serkeftinên zêdetir û Kurdistan bibe navendek herêmî ya pêşkeftina akademîk û afirandinê li Iraq û Herêma Kurdistanê. Kurdistanek ku ciwanên wê bikarin paşerojeke baştir ji nifşên me ra ava bikin.
Gelê Kurdistanê, dê û bav û kalên wan xwendekarên ku di zanîngehên baş yên mîna Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê da dixwînin, bi dehan salan êş û azar kişandine û ji bo bidestxistina vê azadiyê canê xwe gorî kirine. Derfeta wan a xwendinê wek nifşê îro nebû, lê şer kirin da ku nifşên wan yên paşerojê di xwendingeh û zanîngehên wek zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê da bixwînin. Ev azadî berhema êş û cangoriya wan e. Avakirina paşerojeke ku hêjayî têkoşîn û xeyalên wan be, erka me ye. Divê nifşê îro vê derfetê ji bo rêzgirtin li bîranîna wan û avakirina Kurdistaneke bihêz û pêşketî bikarbîne. Lewma em dê wan her tim bi rêz û hûrmet bi bîr bînin. Em bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin.
10 saliya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê pîroz dikim. Ez pîrozbahiyê li hemû wan rêzdaran dikim yên ku di vê pêvajoyê da beşdar bûn û kar kirine. Gotinên min dê bi dawî neyên eger ez pîrozbahiyeke taybetî li Ranya xan û hewldanên wê nekim ku ji bo piştgiriya zanîngehê berdewamin.
Hemû alî bi xêr bên serçavan
Êvareke xweş.
Gelek spas.