Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vexwendina fermî ya birêz Îlham Aliyev Serokomarê Azerbaycanê, duhî gihiştbû Bakûyê û îro sêşemê 12.11.2024ê di merasima vekirina Konferansa Guhertina Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) da beşdariyê kir.
Di çarçoveya çalakiyên vê konferansê de, Serok Nêçîrvan Barzanî digel hejmareke Serok û serkirdeyên welatan yên beşdar di konferansê da civiya.
Kar û xabatên COP29 dê heta 22ê Mijdarê berdewam bikin û welatên beşdar dê çawaniya parastina gerstêrkê ji bandorên guherîna avûhewayê û rûbirûbûna metirsiyên wê lêkolîn bikin.
Her êvariya îro (12.11.2024) Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serok û Serkirdeyên Welatan beşdariya şîva taybet bû ku, ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê ve ji bo mêvanên COP29 hatibû amadekirin.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da li ser tora civakiya X, spasiya vexwendina Serokomarê Azerbaycanê kir û ji bo mazûvaniya serkeftî û organîzekirina kongreyê bi awayekî rêkûpêk pîrozbahiyê li hikûmet û gelê Azerbaycanê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima vekirina COP29 kir
2024-11-12T18:40:00.000000Z