Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima yekbûna Almanyayê kir

2024-10-08T18:40:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 08.10.2024 li bajarê Hewlêrê, beşdariya merasima bîranîna roja yekgirtina her du Almanyayê da kir ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ve li hotêla Divan hatibû amadekirin.

Di merasimê da ku hejmareke ji berpirsên pilebilind yên hikûmet û partiyan yê Herêma Kurdistanê, dîplomat û mêhvan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî vê bîranînê pîroz kir û bi navê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştgîriya Almanya li Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Giştî yê Almanyayê kêfxweşî û pêzanînên xwe ji bo beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî ya di merasimê da nîşan da û tekez li ser piştevanî, peywendî û dostayetiya welatê xwe digel Herêma Kurdistanê kir.

Ev bîranîn ji 3'ê Cotmehê sala 1990ê ve her sal tê pîrozkirin