2022-07-18T13:31:07.000000Z
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hejmareka berpirsên hikûmetê û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî û malbata Qazî, roja duşemê 18.07.2022ê li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê, di merasimeka bijarte da pêşwaziya termê xwedê jêrazî Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di merasimê da peyvek pêşkeş kir ku eva li jêr jî teksta wê ye:
Amadebûyên birêz
Roj baş
Îro em hemû bi hevra beşdariyê di vê merasima sersaxiyê da dikîn, daku bi rêz û hurmetê ve pêşwaziyê li termê xwedê jêrazî Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed yê nemir da bikîn.
Xwedê jêrazî Elî Qazî, kurê Reş, ji ber dîrok û pêgeha malbata wî, ji ber ku şûnwarê Qazî Mihemed bû, bi dirêjahiya jiyana xwe, neçar bû ku tehemula gelek dijwarî, zehmetî, penaberî, dûriya welat û êşan bike. Her tim di xema yekrêzî, biratî û yekgirtina gelê xwe da bû. Heta nefesa dawiyê jî ku li ber mirinê bû, wekî ku me li ser ekranên televizyonan dît, gelek bi dilsozî û bi heyecan daxwaza biratî û yekrêziya gelê xwe dikir. Ew tu caran ji xema gel û welatê xwe bi dûr neketiye. Ew li pey biratî û yekrêziya gelê xwe bû. Ev jî ji Pêşewa Qaziyê bavê wî jê ra ma bû. Pêşewa yê nemir jî heta wasiyeta wî ya dawiyê jî her ew bû ku yekrêzî, yekgirtin û biratiya gelê xwe daxwaz dikir.
Amadebûyên hêja
Îro ku em hemû bi hevra li virin ji bo wê yekê ye ku em hurmetê ji xebat û tekoşîna Pêşewa Qazî û malbata wî ya birêz bigrîn û qurbaniyên wan ji bona gel û welat dane bilind binirxînîn. Peşewa ji bona maf û jiyaneka ji hejî û baştir ji bo gelê xwe, ji bona dawî anîna bi koletî û bindestiyê, di qonaxeka gelek dijwar da rêberiya miletê xwe kir. Dawiyê jî bi awayekî merdane çu ber xilfa sêdarê û di wê rê da canê xwe bexşî. Pêşewa bi wê qurbanîdanê bû semboleka zîndî ya xwe bextkirinê di dîroka gelê Kurdistanê da û ji bo nifşê piştî xwe bû beşek ji bîranînên her tim zîndî.
Dema ku em di merasima xatirxwestina kur û şûnwarê wî rêberê nemir de ne, em dîroka serbilindiya Komara Kurdistanê û nirxên bilind ên hevgirtina niştimanî û hevkariya Barzaniyan û têkoşerên din ji bo parastina Komara Kurdistanê bi bîr tînin. Em destana derbasbûn ji Aras tînin bîra we. Di demekê da ku em bi rêz û hurmet li tekoşîna Pêşewa Qazî, Barzanî yê nemir û rêhevalên wî dinêrin, em hemû wan rêber û têkoşerên ku zêdetirî sed salan bi her awayî û bi her rê ku ji bo wan dest daye ji bo mafên gelê xwe têkoşiyane, bi bîr tînin û ew bûne dibistan, rênîşander û bingehek ji bo berdewamkirina tekoşîna nifşên piştî wan.
Dîroka gelê Kurd, dîroka xebat û tekoşîna miletekî ye ku xwestiye û dixwaze dûr ji xedir û binpêkirina mafan, bi destxistina mafên xwe bi aşti û biratî, bi hev ra digel milet û gelên bira û hevniştiman bijît. Miletek ku xwestiye hertim ji bo pirsgirêkên xwe yên siyasî bi aştî û têgihiştinê, dûrî ji şer û malwêraniyê çareseriyan bibîne.
Gelê kurd xwestiye û dixwaze weke gelek mezin yê herêmî, pêgeha xwe ya jê hatiye sitandin paşde vegerîne û mafên xwe îsbat bike, da ku bikaribe bibe hevbeş û faktoreke bihêz yê aştiyê, seqamgîrî û pêşkeftinê ku xizmeta tevahiya miletên deverê bike. Ew devera bi dest şer û neseqamgîrî û milmilanê bê dawî ye, gelek êş dîtine û gelek derfet jî ji dest dane. Heta niha jî peyama gelê Kurdistanê her ew peyame ku ew jî bi tenê peyama aşitî û çareseriya aştiyaneye û xwesteka wî pêkvejiyana biratî digel hevniştimaniyên me û gelên bira li deverê ye.
Beşdarên hêja
Welatên zindî her tim nirx û keda têkoşerên xwe dinirxînin. Bi çavê dilsozî û rêzdarîyê li qurbaniyên xwe dinêrin û bîranînên xwe zindî û bilind dihêlin. Gelek girîng e ku ev çand di nav gelê me de bi zindî bimîne, divê berdewam nifşên îro û yên paşerojê her dem rêz li têkoşîn û keda wan rêberên ku ji bo neteweya xwe xebat kirine û têkoşiyane bigrin.
Kombûna me ya îro ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Kurê Reş wefadarî û erka pîroz e ku ji me tê hêvîkirin. Cenazeyê birêz Elî Qazî ku kurê yekane yê Pêşewa yê me ye, bi rêz û hurmet ji bo Kurdistanê hate vegerandin û dê di hembêza welat de bê veşartin. Divê wisa be û ev mafê wî û malbata wî ye û erkê me ye ku rêz li wê malbatê bigrîn.
Piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî, rehmetî Elî Qazî aşiqekê welat bû, ji bo wê jî gelek sirgûn û kedên giran ji bo welatê xwe kişandin û di dawiyê de vegeriya ser hembêza welatê xwe. Bi xêr hatî kurê Pêşewayê me. Silav li canê paqijê kak Elî û nemirî bo yada Pêşewa yê nemir û şehîdên malbata xanedan û hemû şehîd û têkoşerên Kurdistanê.
Ji malbat, kesûkarên wî û hemû Kurdistaniyan re sersaxiyê dixwazim. Bîranîna kak Elî her dem bi xêr be û hûn hemû bi xêr hatin vê merasimê.
Gelek spas