![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2022/09/NB_Beshdarikiridin-le-pirsey-Shajini-UK-18-9-2022-1.jpeg)
2022-09-19T06:50:49.000000Z
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî ku êvariya roja yekşemê 18.09.2022ê di merasimekê da li Koşka Şahaneyê ya Buckingham li Londonê sersaxiyê li rêzdar Şah Charles ê III, Malbata Şah, gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên nêzîkî Britanya (Commomealth) ra xwest, îşev li Parlementoya ŞahnişînaYekgirtî li Londonê li pêş termê xwedê jêrazî Şahbanûya Elizabeth a II beşdarî di rêzgirtin û dawî xwatir xwestina ji termê Şahbanûyê da beşdar bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja yekşemê, 18.09.2022ê, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê digel serok û rêberên welatên cîhanê beşdarî di merasima xwatirxwestina ji Şahbanûya xwedê jêrazî Elizabeth a II ku li London hatibû saz kirin kir.
Roja duşemê jî di rûnistina dawiyê ya sersaxiyê da li Westminster Abbey û Church House û paşî jî di merasimeke din da li Wezareta Derve ya Şahnişîna Yekgirtî beşdar dibe û dê nameyeke sersaxiyê di deftera nameyên sersaxiyê da binivîse.

![](/uploads/old_images//2022/09/NB_Beshdarikiridin-le-pirsey-Shajini-UK1-18-9-2022.jpeg)