Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanya re civiya

2025/04/15
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvro ya îro sêşem 15.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Christine Hohmann Balyoza Almanya li Iraqê kir.

Li civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê û berfireh kirina alîkariyên hevbeşê di navbera wan ya li hemû waran da kirin. Her wiha di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexda yê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li mijareke dinê civînê de, behsa pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên terorê û berdewamiya êrîşên Da'îş ê kirin. Li vî derbarî de, her du alî li ser wê yekê hevra bûn ku aramî û ewlehiya navçeyê bê parastin û kêşe û nakokî bi awayeke aştiyane bêne çareser kirin.

Rewşa Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng bûn, aliyeke dinê vê civînê bûn.